ÎRAN - Li Qumê teqîneke bihêz: Birîndar hene

23-07-2025
Nîşan Îran Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Qumê yê Îranê di avahiyekê de teqîn çêbû û li gorî agahiyên destpêkê 7 kes birîndar bûn.

Sedema teqînê hîn jî nehatiye zanîn û rayedaran derbarê bûyerê de lêpirsîn dan destpêkirin.

Rêveberê Parastina Sivîlan a Qumê Elî Zendî diyar kir ku teqîn li Kolana Bestiyê ya bajêr di avahiyekê de çêbûye.

Elî Zendî da zanîn ku piştî bûyerê tîmên hawarçûnê û parastina sivîlan bi lez çûnê herêmê hatine û tedbîrên ewlehiyê hatine standin.

Bi gotina Elî Zendî tîmên tenduristiyê 7 birîndar bi ambûlansan rakirine nexweşxaneyê û hatine dermankirin.

Li ser sedema teqînê hên jî ti agahiyên zelal nîne û hat gotin ku lêkolîneke berfireh hatiye destpêkirin.

Li Enzeliyê di navendeke kar de şewat derket

Di heman rojê de li Herêma Azad a Enzeliyê di navendeke kar de şewateke mezin derket.

Li gorî berdevkê herêmê, şewata ku piştî nîvro dest pê kir bi lez belav bû û bû sedema zerereke mezin a madî.

Li gorî medyaya dewleta Îranê, xebatên vemirandina şewatê bi beşdariya tîmên agirkuj û bi alîkariya helîkopteran berdewam dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst