Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mîsanê ya Îraqê, yek ji fermandarên diyar ên Seraya Selamê ya girêdayî Tevgera Şîe ya Niştimanî ya bi serkêşiya Muqteda Sedr, Huseyn Elaq di êrişeke çekdarî de hat kuştin.
Piştî suîqestê di navbera komên Şîe yên dijber de şer derket û li seranserê parêzgehê qedexeya hatûçûnê hat ragihandin.
Li başûrê Îraqê aloziya di navbera komên Şîe de bi vê suîqestê re gihîşt lûtkeyê.
Huseyn Elaqê ku yek ji navên sereke yên Seraya Selamê bû, li Taxa Mamosteyan a li bajarê Amareyê yê navenda parêzgeha Mîsanê ji aliyê kesên nenas ve hat gulebarankirin û hat kuştin.
Di navbera koman de şer derket
Li gorî zanyariyên ji çavkaniyên nêzîkî Tevgera Sedr, yekser piştî kuştina Elaq, li herêmê di navbera Seraya Selam û Esaîb Ehl El Heq a bi serkêşiya Qeys Xezelî de şer û pevçûnên çekdarî dest pê kir.
Bi zêdebûna aloziyê re, hat ragihandin ku baregeha Esaîb Ehl El Heq a li navçeya Kehlayê ya Mîsanê bi çekên giran hatiye hedefgirtin.
Qedexeya hatûçûnê ya bêdem
Hêzên ewlehiyê ji bo ku şer belavî herêmên din nebe, li seranserê parêzgeha Mîsanê qedexeya hatûçûnê ya bêdem ragihand.
Wesayîtên zirxî û yekîneyên tevgera taybet li xalên krîtîk hatin bicihkirin.
Birayê Huseyn Elaq ji minareya mizgeftekê bangî xelkê û alîgirên Sedr kir ku aram bin û bi tevdîr tevbigerin.
Birayê Elaq tekez kir ku "divê neyên lîstikan û rê nedin ku bûyer mezin bibin."
Seraya El Selam: Destên tirsonek hedef girtin
Lîwaya 305an a Seraya El Selamê peyameke sersaxiyê belav kir û diyar kir ku Huseyn Elaq "şehîd" ketiye û got:
"Bi xemgîniyeke mezin, em şehadeta fermandarê xwe Huseyn Elaq radigihînin ku bû qurbaniyê êrişa xayinane ya tirsonek û têkderên ku her tim di tariyê de kemînê datînin."
Hat zanîn ku hikûmeta Îraqê û rayedarên ewlehiyê ji bo dîtina kujeran û kêmkirina vê aloziya xeternak a di navbera komên Şîe de ketine dewrê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse