Hewlêr (Rûdaw) - Cîgirê Duyem ê Serokê Parlementoya Iraqê, Dr. Beşîr Hedad ragihand ku niha niyeta baş li Bexdayê ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Hewlêr û Bexdayê tê dîtin.
Derbarê şandina mûçe û pişka budceya Herêma Kurdistanê de jî, Beşîr Hedad dibêje, hikûmeta Iraqê tenê mûçeyê fermanberan ji Kurdistanê re naşîne, lê belê dê li gor yasayê pişka Herêma Kurdistanê di budceya giştî ya Iraqê de jî bişîne.
Beşîr Hedad, bal kişande ser wê yekê jî ku heta niha yasaya budceyê nehatiye bicîkirin û budceya ti parêzgeheke Iraqê hêj nehatiye şandin.
Cîgirê Duyem ê Serokê Parlementoya Iraqê destnîşan kir, li Bexdayê fraksyonên Kurdistanî hewl didin û dixebitin, ji bo ku kêşeyên navbera Hewlêr û Bexdayê çareser bikin û got, di demeke nêzîk de dê kêşeyên heyî yên navbera herdu aliyan jî bêne çareserkirin.
Beşîr Hedad herwiha li ser pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê jî axivî û got: “Em niha îardeyeke baş dibînin li Bexdayê, ji bo çareserkirina kêşeyan. Ez pêwendiyên niha yên navbera Hewlêr û Bexdayê di asteke baş de dibînim û em dê di demeke nêzîk de bibînin ku gelek ji wan kêşeyên heyî, dê bêne çareserkirin.”
Di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de li ser çend pirsan nakokî hene ku dosyeya petrola Herêma Kurdistanê, maddeya 140 a destûra Iraqê, rewşa niha ya Kerkûkê piştî bûyerên 16ê Cotmehê, budceya Hêzên Pêşmerge û herwiha pişka Herêma Kurdistanê ji budceya giştî ya Iraqê, ji giringtirînên wan pirsgirêkan in.
Piştî destbikarbûna kabîneya Serokwezîrê Iraqê yê nû, Adil Ebdulmehdî, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ber bi asayîbûnê ve diçin û herdu alî li ser çend mijaran û bi taybet şandina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê, pişka Herêma Kurdistanê di budceya îsal a Iraqê de û herwiha beşdariya Kurd di hikûmetê de li hev kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse