2 roj berê bû bûk lê hewiya wê ew bi kêrê kuşt

05-10-2025
Nîşan Jin Hewî Kuştin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Selahedînê jinek piştî zewaca xwe bi du rojan ji aliyê hewiya xwe ve bi kêrê hat kuştin.

Bûyer doh li herêma Elbutumeyê ya nahiyeya Hecacê ya qezaya Bêciyê ya parêzgeha Selahedînê qewimî.

“Hewî qebûl nekir”

Endamê Encumena Parêzgeha Selahedînê Yasîn Mihemed Elî ji Rûdawê re ragihand:

"Mêrekî du roj bû jina duyem anîbû, jina wî ya yekem ev yek qebûl nekir, ji ber vê yekê hewiya xwe ku bûka nû bû, bi kêrê serjê kir."

Piştî bûyerê, tîmeke taybet ji polîsan ji bo lêkolînkirina li ser tawanê hat avakirin û tohmetbar (X. Z. E) hat desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Polîsê Selahedînê, "Tîmê di demeke kurt de nasnameya tohmetbarê eşkere kir û ew paşê hat desteserkirin.

Tohmetbar di dema lêpirsînên destpêkê de li xwe mikur hat û kêra ku tawan pê kiriye jî hatiye dîtin."

Polîs her wiha amaje pê kir ku sedema sereke ya tawanê "tolhildan" bûye.

Dadwerê lêkolînê jî biryar da ku tohmetbar li gorî madeya 406an a Yasaya Ceza ya Îraqê bê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst