Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îzmîtê ya Kocaeliyê jinekê hevjînê xwe bi çifteyê kuşt.
Bûyer serê sibehê li Kolana Keleşlerê ya Taxa Alîkahya Fatîhê qewimî.
Li gorî agahiyan, di navbera F.O. û hevjînê wê Ş.O. de ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.
Piştî ku nîqaş mezin bû F.O.yê çifte berda hevjînê xwe.
Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.
Di kontrola tîmên tenduristiyê de hat diyarkirin ku Ş.O. miriye.
Tîmên tenduristiyê termê Ş.O. piştî lêkolîna li cihê bûyerê ji bo otopsiyê bir meytxaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Kocaeliyê.
F.O.ya ku ji aliyê polîsan ve hatibû desteserkirin, piştî kar û barên xwe yên li emniyetê sewqî dadgehê hat kirin û hat girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse