Li Kerbelayê nimêja Înê hat betalkirin

06-03-2020
RÛDAW
Nîşan Iraq Kerbela Nimêja Înê Coronavirus Virusa Korona
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi sedema metirsiya virusa Koronayê, Îro nimêja Înê li Hisêniya Kerbela û li mizgeftên herêma Kurdistanê nayê kirin.

Îdareya Hisêyniyeya Kerbelayê, ku ser bi lêvegera bilind a şîeyên Iraqê ve ye, biryar daye ku îro nimêja Cemaetê ya înê neyê kirin.

Îdareya Hisêyniyeya Kerbelayê di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Bi berçavkirina vê rewşa niha ya tendirustiyê û berçavkirina daxwazên fermangeha tendirustiya Kerbelayê ji bo encamnedana ti civîneke mezin di van rojan de, biryar hat dank u vê heftiyê nimêja Înê neyê kirin.”

Îmam Hisên, îmamê sêyem ê Şîeyan e û mezarê wî li bajarê Kerbelayê ye, ku rojane xelk serdana wê dikin.

Parêzgarê Kerbelayê jî çûna welatiyên wê parêzgehê bo parêzgehên din ên Iraqê qedexe kir.

Li gor daxuyaniya Walîtiya Kerbelayê, ev qedexe dê heta heftiyekê bidome.

Herweha li Herêma Kurdistanê jî îro nimêja cemaet nayê kirin.

Heta niha 40 kes li Iraqê û Herêma Kurdistanê bi nexweşiya vîrusa nû ya koronayê COVID-19 ketine, ku 3 kes ji wan canê xwe ji dest dane.

Ji 3 kesên ku canê xwe ji dest dane, 2 li Bexdayê û kesek jî li Silêmaniyê bûye.

Roja Çarşemiya vê heftiyê 4ê Adarê, Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê jî civiya û biryar da ku ji bo parastina welatiyan, “hemû navendên xwandinê bêne girtin û çalakiyên cih û navendên kombûna welatiyan bêne betalkirin”.

Civata Wezîran a Herêma Kurdistanê herwiha biryar da ku “hemû merasimên olî li mizgevt, dêr û perestgehên din, tevî gotara nimêja Înê jî heta demekenediyar bêne ragirtin”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst