Dewlet ji xelkê BKC û doçkayan dikire: Bi çiqasî ne?

06-05-2024
RÛDAW
Nîşan Îraq BKC Doçka Kirîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ji xêlkê dest bi kirîna çekên navîn, BKC, doçka û çekên wekî wan kir.

Bihayên wan wekî 3 heta 6 milyon dînarên Îraqî tê texmînkirin.

Pêvajoya kirîna çekên menzîlên navîn ji xelkê meha Gulanê dest pê kir.

Çek dê ji aliyê Komîteya Rêkxistin û Sînordarkirina Çekan ve ku girêdayî Wezareta Karên Navxwe ya Îraqê ye werin kirîn.

Berdevkê komîteyê Ziyad Qeysî ji Rûdawê re ragihand, kirîna çekan ji bo vê qonaxê ji BKC, RBG, doçka û hwd. pêk tê.

Çek li gorî kalîteya wan dê di navbera 3 û 6 milyon dînaran de werin kirîn.

Qonaxa yekem a kampanyaya sînordarkirina çekan a dewletê Kanûna Paşîna 2024an dest pê kir.

Heta niha çekên sivik ên ku welatiyan hatin tomarkirin.

Ji bo vê qonaxê dê 697 navendên komkirina çekan li navendên polîsên parêzgehên Îraqê werin vekirin lê li Herêma Kurdistanê nayên vekirin.

Xwediyê çekan di destpêkê de serdana navendê dike û meqbûzekê werdigire ku çeka xwe veguhezîne navendê û li xala kontrolê jê neyê standin.

Qonaxa sêyem a bêçekkirinê dê piştî kirîna çekên navîn be, hêzên ewlehiyê dê dest bi pişkinîn û lêgerîna çekan bikin û destûrên çekan ên welatiyan piştrast bikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst