Fuad Husên bersiv da Tom Barrack

11 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Fuad Husên Tom Barrack Îraq Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên li hemberî daxuyaniyên dawî yên Tom Barrack ên li ser rewşa navxwe ya Îraqê got, "Em ji gotinên te matmayî man."

Fuad Husên di civîna li gel Tom Barrack de got, "Girîng bû ku ew nêrîn bi awayekî din bihata zelalkirin ku biba neynika rasteqîn a wê bipêşketina siyasî û aramiya rêjeyî ya ku li Îraqê pêk hatiye."

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Fuad Husên û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack di çarçoveya Foruma Dohayê civiyan.

"Sifir desthilat"

Tom Barrack di hevpeyvînekê de li gel rojnameya The Nationalê ya Îmaratî, rewşa niha ya Îraqê wekî "tevliheviyeke bêserûber" bi nav kiribû.

Barrack her wiha amaje bi wê yekê kiribû ku her çiqas Mihemed Şiya Sûdanî serokwezîrekî baş e jî, lê ji ber hegemonya komên çekdar "sifir desthilata" wî heye.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Îraqê, Tom Barrack di civînê de ragihandiye ku Amerîka bi rêz ve li ezmûna Îraqê dinêre û daxuyaniyên wî taybet bûn bi beşek ji ezmûna Amerîkayê ya li Îraqê.

Pêwendiyên Îraq û Amerîkayê

Fuad Husên tekezî li ser girîngiya hevkariya hevbeş a navbera Îraq û Amerîkayê û bihêzkirina hevpariya stratejîk a navbera her du welatan kir.

Wezîrê Karên Derve yê Îraqê her wiha amaje bi rola Washingtonê ya di nava Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê de da.

Rewşa Sûriyeyê

Di beşeke din a civînê de, Wezîrê Karên Derve yê Îraqê bal kişand ser girîngiya nûnertiya hemû pêkhateyên gelê Sûriyeyê ya di pêvajoya siyasî de.

Husên amadehiya hikûmeta Îraqê jî nîşan da ji bo bipêşkêşkirina piştgirî û şêwirmendiyê û sûdwergirtina ji ezmûna Îraqê di muamelekirina li gel krîzên siyasî û ewlehiyê de.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst