Hewlêr (Rûdaw) - Li Îraqê nîqaşên li ser namzediya Nûrî Malikî ya ji bo serokwezîriyê didomin û Hevpeymaniya Dewleta Yasayê jî peyamek ji Serokê Amerîkayê Donald Trump re şand.
Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê li ser itîraza birêvebiriya Amerîkayê ya derbarê namzediya Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malikî de peyamek gihand Donald Trump.
Di peyamê de ji Trump hatiye xwestin ku helwesta xwe ya li dijî namzedbûna diyarkirina Malikî biguhere.
Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Eqîl Fetlawî ji Rûdawê re ragihand ku wan rêzepeyamek şandiye û got:
“ Em tê de nêrînên li ser namzediya Nûrî Malikî û bi taybetî serkeftinên wî yên di têkoşîna bi terorê re rave kirine."
Nûrî Malikî di navbera salên 2006-2014an de Serokwezîrê Îraqê bû.
"Ji Amerîkayê hîn redkirin an erêkirin nehatiye"
Eqîl Fetlawî got, "Heta niha piştî van peyaman ji aliyê Amerîkayê ve wekî helwesta herî dawî ne redkirin û ne jî erêkirin nehatiye."
Berdevkê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê da zanîn ku nêrîna Amerîkayê ji bo wan girîng e lê derbarê namzediya Malikî ti tewîz di rojeva wam de nîne.
“Em pêbendî biryara Çarçoveya Hevahengiyê ne”
Berdevkê Hevpeymaniya Avakirinê Firas Meslawî ku Mihemed Şiya Sûdanî serokatiya wê dike ji Rûdawê re axivî û got:
"Heta niha Çarçoveya Hevahengiyê li ser namzedê xwe bi israr e û ji aliyê Çarçoveyê ve ti paşvegavavêtin an tewîz nehatine dayîn."
Meslawî diyar kir ku di civîna dawî ya Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê (partiyên desthilatê) de mijarên wekî hilbijartina Serokkomar, rewşa aborî, tarîfeyên gumrikê û hinek mijarên derve, bi taybetî jî hevdîtinên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Amerîkayê de hatine gotûbêjkirin û mijara Serokwezîriyê nehatiye axaftin.
Berdevkê Hevpeymaniyê got, "Em wekî Hevpeymaniya Avakirinê, perçeyekî bingehîn ê Çarçoveya Hevahengiyê ne û em piştgiriyê didin yekîtiya aliyên di nav Çarçoveyê de."
Meslawî destnîşan kir ku ew bi her biryareke ku ji nav Çarçoveya Hevahengiyê derkeve re hevfikir in.
"Em di helwesta Amerîkayê de nermbûnê dibînin"
Yek ji serkirdeyên Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Ziya Nesrî jî ji Rûdawê re ragihand ku Malikî namzedê Çarçoveya Hevahengiyê ye û "ji vê biryarê ti paşvegav nehatiye avêtin."
Ziya Nesrî derbarê helwesta Amerîkayê jî got, "Ji bo ravekirina nêrîna Îraqê, tekezkirina li ser serweriya Îraqê û serxwebûna biryarên wê dan û standina peyaman didome."
Serokê Amerîkayê Donald Trump 27ê Kanûna Paşîn a 2026an bi peyameke tund hişyarî dabû ku eger Nûrî Malikî careke din bibe Serokwezîr, Washington êdî alîkariya Îraqê nake.
Serkirdeyê Partiya Dewayê Bîlal Nesrî got, "Me ji bo gotûbêjkirina mijara namzediya Birêz Malikî bi aliyê Amerîkayê re gelek hevdîtin kirin û em di helwesta Amerîkayê de nermbûn û guherînê dibînin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse