Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî red dike ku girtiyên DAIŞî yên ji girtîgehên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê veguhêzin Herêma Kurdistanê.
Xalid Şiwanî her wiha ragihand ku girtiyên DAIŞî dê li Bexdayê di girtîgeheke diyarkirî de werin girtin.
Wezîrê Dadê yê Îraqê Xalid Şiwanî îro li ser veguhastina çekdarên DAIŞê yên ji girtîgehên Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ji Nûçegihanê Rûdawê Ziyad Îsmaîl re axivî.
Xalid Şiwanî got, "Hemû kesên ku divabû bên veguhastin, anîne Îraqê.
Tenê qonaxek maye û îro yan sibe ew pêvajo bi dawî dibe."
Xalid Şiwanî red kir ku girtî ji bo Herêma Kurdistanê werin veguhastin û got:
"Hemû li girtîgeheke diyarkirî ya li Bexdayê tên girtin. Ew welatiyên zêdetirî 60 welatan in û piraniya wan Sûriyeyî ne."
Erkê Koalîsyonê ye
Li gorî gotina Wezîrê Dadê yê Îraqê, erka veguhastina endamên girtî yên DAIŞî ya ji Sûriye û Rojavayê Kurdistanê ber bi Bexdayê ve, di stûyê hêzên Koalîsyona Navneteweyî de ye.
Şiwanî diyar kir, "Tîmeke ewlehiyê ji bo veguhastina wan hatiye avakirin ku hêzên Îraqî, Sûriyeyî û Amerîkî tê de cih digirin."
Xalid Şiwanî li ser îhtimala radestkirina girtiyan a ji bo hikûmetên welatên wan got:
"Hewlên me yên dîplomatîk bi rêya Wezareta Karên Derve berdewam dikin û em ji wan welatan dixwazin ku welatiyên xwe wergirin."
Wezîrê Dadê yê Îraqê eşkere kir ku çekdarên berê yên DAIŞê piştî ku lêpirsîn bi wan re hat kirin û derket holê ku xelkê Îraqê nekiriye armanc, radestî welatên wan tên kirin.
165 girtiyên Tirkiyeyî hene
Hejmarek ji wan girtiyên ku veguhastine Îraqê mîrên berê yên DAIŞê ne.
Xalid Şiwanî amaje pê kir ku 165 girtî welatiyên Tirkiyeyê ne û got:
"Em bi berpirsên wî welatî re di pêwendiyê de ne da ku piştî lêpirsînê wan radest bikin."
Li gorî amarên dawî yên ku Rûdawê ji Operasyonên Hevbeş ên Îraqê bi dest xistine, heta îro nêzîkî 5 hezar çekdarên berê yên DAIŞê anîne Îraqê.
Ev girtî beşek in ji wan 7 hezar gumanbarên ku artêşa Amerîkayê ji meha borî ve dest bi veguhastina wan kiriye.
Ev yek piştî wê çêbû ku hêzên hikûmeta Sûriyeyê ew dever kontrol kirin ku berê di bin desthilata Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn û çekdarên DAIŞê li wan deran girtî bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse