Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sudanî piştî biryarên cezayê yên Amerîkayê yên li hinek sazî û kesên li Îraqê, ferman da ku ji bo lêkolîn û nirxandina cezayan komîteyeke neteweyî ya payebilind were avakirin.
Birêvebiriya Bexdayê ev pêngava Amerîkayê wekî "tevgereke yekalî ya ku bi ruhê dostanî û rêzgirtina dualî re li hev nake" bi nav kir û şermezar kir.
Hikûmeta Îraqê her wiha eşkere kir ku ew "li dijî fînansekirina komên çekdar" e.
Berdevkê Hikûmeta Îraqê Basim Ewadî îro di daxuyaniyekê de got, hikûmet "biryarên dawî yên Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê û cezayên li dijî Kompanyaya Giştî ya Muhendîs û hinek saziyên din bi baldarî dişopîne."
Ewadî diyar kir ku ev ceza bi hinceta "pêwendiya bi aliyên ku Amerîka li dijî wan tedbîrên yasayî digire" hatine danîn.
Ewadî xemgîniya Bexdayê ya ji ber vê "pêngava yekalî" anî ziman û tekez kir ku ev yek "bi prensîbên dostanî û rêzgirtina dualî ya di navbera her du welatan de li hev nake."
Hikûmeta Îraqê her wiha diyar kir ku girtina biryarên bi vî rengî "bêyî şêwir û diyalogeke pêşwext, ji bo têkiliyên hevalbendiyê mînakeke neyînî ye."
Rêveberiya Bexdayê bangî hevkarên xwe yên navneteweyî, bi taybetî jî Amerîkayê kir û xwest ku "parvekirina agahiyên teknîkî û hevkariya darayî were bihêzkirin", bi taybetî di çarçoveya reformên pergala bank û darayî de ku ji aliyê hikûmetê ve hatine temamkirin.
Ji bo komîteya payebilind 30 roj hatin diyarkirin
Komîteya Neteweyî ya Payebilind a ku bi fermana Serokwezîr Sudanî were avakirin, dê ji nûnerên Wezareta Darayî, Desteya Çavdêriya Darayî, Komîsyona Şefafiyetê û Banka Navendî pêk were.
Erkê komîteyê ew e ku bandora cezayan lêkolîn bike û "di nava 30 rojan de rapor û pêşniyarên xwe yên ku tedbîrên yasayî û îdarî yên pêwîst dihewînin, pêşkêş bike."
Di hedefa Amerîkayê de komên nêzîkî Îranê hene
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê pêncşema borî di daxuyaniyekê de ragihandibû ku wan cezayên xwe yên li ser kes û saziyên girêdayî Îranê berfirehtir kirine.
Di çarçoveya cezayan de, Serokê Komîteya Olîmpiyadê ya Neteweyî ya Îraqê Aqîl Muften û kompanyayeke girêdayî komên çekdar ên alîgirên Îranê hatin armanckirin.
Amerîka van koman bi "alîkariya rejîma Îranê ya ji bo xwejihevdexistina ji cezayan, qaçaxçîtiya çekan û tevlîbûna di gendeliyeke berfireh a li Îraqê de" tawanbar dike.
Her wiha hat îdiakirin ku ev kom ji mirina personelên Amerîkayê berpirsyar in.
Ceza, kompanyayeke ku tê gotin ji aliyê Ketîbeyên Hizbulahê ve hatiye damezirandin û Serokê Komîteya Olîmpiyadê Aqîl Muften li xwe digirin.
Muften bi birêvebirina bankeke Îraqî ya girêdayî Hêza Qudsê ya Pasdarên Îranê û peydakirin û veguhestina fonan ji bo komên ku ji aliyê wê hêzê ve tên piştgirîkirin, tê tawanbarkirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse