Heşdî Şebiyê ji Tirkiyeyê re got: Em midaxeleya derve qebûl nakin

18 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Heşdî Şebî Tirkiye Îraq Hakan Fîdan Falih Feyaz
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyaz ji Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Anil Bora Înan re got, “Em midaxeleya derve red dikin”

Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Desteya Heşdî Şebiyê, Serokê Desteyê Falih Feyaz îro bi Balyozê Tirkiyeyê yê Bexdayê Anil Bora Înan re civiya.

Desteya Heşdî Şebiyê ragihand ku Falih Feyaz tekezî li ser "parastina serweriya Îraqê û redkirina destêwerdana derve" kiriye.

Di civînê de behsa bihêzkirina hevahengiya ewlehiyê bi awayekî ku ewlehiya her du welatan biparêze hat kirin.

"Pêbendî rêbazên dîplomatîk bin"

Li gorî daxuyaniyê, Falih Feyaz di civînê de behsa "pêwîstiya pêbendbûna bi rêbazên dîplomatîk" kiriye.

Falih Feyaz bi taybetî bal kişand ser daxuyaniyên dawî yên Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û "hemû cûre midaxeleyên derve yên di karûbarên Îraqê de red kirin."

Hakan Fîdan çi gotibû?

Ev aloziya dîplomatîk a di navbera Bexda û Enqereyê de piştî daxuyaniyên Hakan Fîdan derket.

Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê 9ê Sibatê di hevpeyvîneke televîzyonî de gotibû:

"Piştî bidawîbûna qonaxa Sûriyeyê, êdî dor a Îraqê ye ku derbarê PKKyê biryara pêwîst bide."

Hakan Fîdan her wiha îdia kiribû ku ji bo bidawîkirina rewşa Şingalê tenê 2-3 roj pêwîst in û gotibû:

"Di demeke nêzîk de dê li herêmê (Şingal, Mexmûr û Qendîl) guherîn çêbibin."

Wezareta Karên Derve ya Îraqê 11ê vê mehê Balyozê Tirkiyeyê bangî wezaretê kiribû û notaya nerazîbûnê dabû wî

Bexdayê gotinên Fîdan wekî "binpêkirina rêbezaên dîplomatîk" û "midexaleya di karûbarên navxweyî de" bi nav kiribû.

Li hemberî nerazîbûnên Îraqê, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê Oncu Keçelî 11ê mehê daxuyaniyek dabû.

Keçelî îdia kiribû ku gotinên Hakan Fîdan ji aliyê hinek medyayên Îraqî ve "hatine guhertin".

Keçelî diyar kiribû ku armanca Wezîrê Karên Derve tenê balkişandina li ser "wê metirsiya ku PKK li Şingal û Mexmûrê li ser ewlehiya Îraqê çêdike" bûye û gotibû:

"Em piştgiriyê didin yekparçeyiya ax û serweriya Îraqê lê em di mijara tunekirina PKKyê de bi biryar in."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst