Îraq: Ji sedî 99ê sînoran bi kamerayan tên kontrolkirin

15-09-2025
RÛDAW
Nîşan Heyder Kerxî Îraq Sînor Sûriye Pêşmerge
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Fermandariya Parêzvaniya Sînor a Îraqê Heyder Kerxî ragihand sînorên wan bi temamî parastî ne û "ti metirsî ji derveyî sînor li ser Îraqê nîne."

Heyder Kerxî her wiha got ku ji sedî 99ê hemû sînorên Îraqê bi kamerayên çavdêriyê tên kontrolkirin û ew di danîna dîwarên betonî de berdewam in.

Berdevkê Fermandariya Parêzvaniya Sînor a Îraqê Heyder Kerxî li ser ewlehiya sînoran ji Rûdawê re axivî.

Li ser sînorê Îraq û Sûriyeyê dîwar tê lêkirin

Heyder Kerxî got, "Li ser dirêjahiya 300 kîlometreyan ji Enbarê heta Mûsilê, me sînorên xwe yên bi Sûriyeyê re bi dîwarên betonî girtine û em ji bo danîna betonê li ser 100 kîlometreyên din dixebitin.

Ew kargeha taybet a ku dîwaran çêdike dê karê xwe berdewam bike heta ku em hemû sînorên xwe yên bi Sûriyeyê re bi dîwaran zexm bikin."

Berdevkê Fermandariya Parêzvaniya Sînor got, "Li pişt dîwarên betonî yên li ser sînorê Sûriyeyê, xendek jî li seranserê sînor hatiye kolan.

Xendek jî hatine kolan

Ji bilî vê, dron rojane çavdêriya wî sînorî dikin. Her dronek dikare çavdêriya qadeke 80 kîlometreyî bike."

Di çend rojên borî de di medyayan de gotegotek belav bû ku Heşda Şebî li ser sînorê Sûriyeyê di xetên pêş de ye û di navbera wan û komeke Sûriyeyî de pevçûn derketiye.

Heyder ew gotegot red kir û got, "Li ser hemû sînoran tenê hêzên parêzvaniya sînor di xetên pêş de ne û li pişt wan artêş û Heşd hatine bicihkirin."

"Sînor bi kamerayên termal tên kontrolkirin"

Li gorî gotina Heyder, "Ji sedî 99ê hemû sînorên welêt, bi kamerayên termal tên kontrolkirin."

Berdevkê Fermandariya Parêzvaniya Sînor derbarê sînorê bi Tirkiyeyê re (Bakurê Kurdistanê) got:

"Ji bilî kamerayên pêşketî û termal, sînor bi têlên BRCyê hatine zexmkirin.

Em li benda budçeyeke taybet in da ku em li ser xeta sifir a sînorê Tirkiyeyê binkeyên çavdêriyê ava bikin."

Emîd Heyder Kerxî her wiha got, "Ji ber erdnîgariya dijwar a sînorên me yên bi Tirkiyeyê re, em nikarin dîwarên betonî deynin.

Wekî din jî, hejmareke zêde ya ajalên kûvî li wan sînoran dijîn û nabe jiyana wan bê têkdan."

"Sînorê Tirkiyeyê bi hevahengiya Pêşmergeyan tê parastin"

Berdevkê Fermandariya Parêzvaniya Sînor got, parastina sînorê Tirkiyeyê "bi hevahengiyeke bilind" a li gel Hêzên Pêşmergeyan tê kirin.

Derbarê sînorê Îranê de jî Heyder Kerxî wiha anî zimên:

"Ji bilî kamerayên çavdêriyê û binkeyên parêzvanan, li herêma Hor Huweyzeyê ya di navbera Meysan û Besrayê de, li ser dirêjahiya 50 kîlometreyan bi axê senger hatine çêkirin."

Îraqê bi Îranê re hezar û 420 kîlometre, bi Tirkiyeyê re 335 kîlometre û bi Sûriyeyê re jî 618 kîlometre sînorê wê heye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst