Hewlêr (Rûdaw) - Lûtkeya Erebî ya Bexdayê dest bi karên xwe kir û li gor reşnivîsa civînê Iraqê 15 destpêşxerî amade kirine.
Lûtkeya 34an a Erebî ya li Bexdayê bi amadebûna serokên 22 welatên Ereb, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî û çend nûnerên welatan Ewropayê îro dest bi karên xwe kir.
Di lûtkeyê de gelek mijarên têkildarî welatên Erebî û herêmî wekî mijarên wekî şerê Xezeyê, alîkariya ji bo Libnanê û rûdanên li Sûriye û Yemenê bên gotûbêjkirin.
Serokê Sûriyeyê Ehmed Şe û Şahê Urdinê Şah Ebdullah beşdarî lûtkeyê nebûne.
Li lûtkeyê dê çend rûniştin bên kirin.
Gelekserkirde û serokên welatên Erebî her wiha hinek serokên welatên Ewropayê û rêxistinên navdewletî ji bo tevlî lûtkeyê bibin çûn Bexdayê kirine.
Di nav wan de Serokwezîrê Îspanyayê û Nûnerê Serokê Rusyayê jî heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse