Li Enbarê 7 gorên bikom hatin dîtin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Enbar Gorên Bikom Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Enbarê ya Îraqê 7 gorên bikom hatin dîtin. Heta niha ji wan goran 16 rûfat hatine derxistin.

Hat diyarkirin ku çavên hinek qurbaniyan girêdayî bûne û ew wisa hatine gulebarankirin.

Berdevkê Îdareya Xwecihî ya Enbarê Mueyed Dilêmî îro ji Rûdawê re axivî.

"Heta îro 3 gor hatine vekirin"

Mueyed Dilêmî li ser dîtina goran ev agahî dan:

“Ew 7 gorên bikom li Deşta Ukazê ya li nahiyeya Seqlawiyeyê hatine dîtin.

Destpêkê dihat texmînkirin ku 10 gor in lê piştî pişkinîna tîmên ser bi Birêvebiriya Gorên Bikom, derket holê ku 7 gor in.

Ji 6ê Gulanê ve dest bi vekirina wan hatiye kirin û heta îro 3 gor hatine vekirin ku 16 rûfat tê de bûn.”

Ew herêm dikeve qezaya Felûceyê ya li rojhilatê parêzgeha Enbarê û bi Bexdayê re hevsînor e.

Ji 2003yan û vir ve ew herêm bûye cihê şer û pevçûnên di navbera komên cuda yên çekdar de.

Komîteyeke taybet hat avakirin

Mueyed Dilêmî ragihand ku temenê wan kesên termên wan hatine dîtin di navbera 14 û 60 salî de ne.

Hat diyarkirin ku çavên hinek ji wan di dema kuştinê de girêdayî bûne.

Komîteyeke taybet a dadweriyê hatiye avakirin da ku pişkinîna DNAyê ji bo wan terman bê kirin.

Bi vê yekê dê bê zanîn ew gor yên kîjan salê ne û qurbanî jî dê werin naskirin.

Îro tîmeke Îdareya Xwecihî ya Enbarê bi serpereştiya Umer Meşaan Debûs çû serdana cihê gorên bikom.

Li gorî daxuyaniyeke Dîwana Parêzgeha Enbarê Umer Meşaan Debûs daxwaz kiriye ku bi asta herî bilind a berpirsyariyê nêzîkî vê dosyeyê bibin ku wî wekî doseyeke "mirovî û niştimanî" pênase kir.

Debûs her wiha got, "Divê rêkarên yasayî yên pêwîst bên girtin ji bo diyarkirina nasnameya qurbaniyan û belgekirina hûrgiliyên dosyeyê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst