Li Nasiriyê agir bi binkeya esmanî ya Îmam Elî ket

19-07-2021
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Agir bi Binkeya Esmanî ya Îmam Elî li Nasiriye ya parêzgeha Zîqarê ketiye û tîmên berevaniya sivîl û agirvemirandinê hewl didin agir kontrol bikin.

Medyaya fermî ya Iraqê ragihand, “agir bi beşa mana karmendan û sê depoyên li nav binkeya ketiye û çend kerevanên taybet bi xwendekarên hêza esmanî şewitîne, lê belê zirar tenê maddî ne û ti zirarên canî çênebûne.”

Hejmarek otomobîlên berevaniya sivîl çûne cihê bûyerê û hewl didin şewatê kontrol bikin.

Doh jî li bajarê Kerbelayê agir bi gotêlekê ket û  bi tevahî şewitî. Di bûyerê de kesekî canê xwe ji dest da û 78 kesên di nav hotêlê de jî hatin rizgarkirin.

Heftiya bihorî jî agir bi beşa taybet bi pêketiyên Coronayê li Nexweşxaneya Îmam Hisên li bajarê Nasiriye ya navenda parêzgeha Zîqarê ketibû û li gor amarên Wezareta Tendirustiya Iraqê, di bûyerê de 60 kesan canê xwe ji dest dan ku termên 21 kesan nehatin naskirin.

Herwiha di dawiya meha Nîsanê de jî li Bexdayê agir bi Nexweşxaneya Îbnê Xetîb ketibû û di wê bûyerê de jî li gor Wezareta Tendirustiya Iraqê 82 kesan canê xwe ji dest dabûn. Lê Komîsyona Mafên Mirov a Parlamentoya Iraqê wê demê ragihand, hejmara qurbaniyan zêdetir e û 130 kesan canê xwe di bûyerê de ji dest dane.

Wezareta Navxwe ya Iraqê di Nîsana îsal de ragihand, “7000 bûyerên agirketinê ji meha Çile heta Adara îsal li welat hatine tomarkirin ku piraniya wan ji ber kontakta elektrîkê bûne”.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst