Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsekî Hevpeymaniya NATOyê di daxuyaniyeke taybet de ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku awayê kar û çalakiyên Nûnertiya NATOyê ya Îraqê (NMI) bi awayekî demkî tê nirxandin.
Wî berpirsî diyar kir ku ev nirxandin li gorî guherîna rewşê tê kirin ku nûnertî li gorî armancên xwe bimîne.
Wî her wiha tekez kir ku ji bo bidawîhatina erkê wan ê li Îraqê demeke diyar nîne.
Berpirsê NATOyê amaje pê kir ku NMI nûnertiyeke neşerker, şêwirmendî û avakirina şiyanan e.
Armanca sereke ya nûnertiyê ji bo avakirina saziyên ewlehiyê û hêzên çekdar ên domdartir, zelaltir û çalaktir alîkariya Îraqê ye.
Ev yek bi armanca aramiya Îraqê, rûbirûbûna terorê û rêlibergirtina vegera çekdarên DAIŞê tê kirin.
Hevahengiya bi Bexdayê re
Li gorî gotina wî berpirsî, hevahengiyên NATOyê li ser wan qadan disekinin ku ji aliyê desthilatdarên Îraqê ve wekî pêdivî hatine diyarkirin.
Di nav van de perwerdeya ewlehiyê û lojîstîk, parastina sîber û çespandina birêvebirina baş a di saziyên leşkerî de hene.
Wî berpirsê NATOyê ducare kir ku “hemû hewlên nûnertiya NATOyê bi rêzgirtina tam a ji bo serwerî û yekparçeyiya axa Îraqê tên kirin.”
Her wiha hat diyarkirin ku nûnertî dê ji bo parastina ewlehiya Îraqê û aramiya herêmê "dê lîstina rola xwe ya girîng" bidomîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse