Hewlêr (Rûdaw) - Hikûmeta Îraqê rêkarên yasayî û ewlehiyê yên ji bo rêlibergirtina çûyîna nav artêşa Rûsyayê tundtir dike.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim Erecî ragihand ku biryara dawî ji bo cezakirina wan kesên ku diçin nav artêşên welatên din hatiye dayîn.
Her wiha dê lêpirsîn li gel wan şirket û aliyan were kirin ku alîkariya ciwanan dikin ku beşdarî şerê Rûsya û Ukraynayê bibin.
Şêwirmendê Ewlehiya Neteweyî yê Îraqê Qasim Eercî serokatiya civîna "Komîteya Fermana Dîwanî" kir.
Ev civîn taybet bû bi rûbirûbûna leşkerkirina welatiyên Îraqê ya di nav artêşa Rûsyayê de.
Cezayê girtîgehê ji bo leşkerên biyanî
Li gorî daxuyaniya nivîsgeha Qasim Eercî, di civînê de biryar hat dayîn ku ew madeyên yasayî yên di Yasaya Cezayan a Îraqê de werin çalakkirin ku cezayê girtîgehê li ser her welatiyekî disepîne ku bêyî razîbûna fermî biçe nav refên hêzên çekdar ên dewleteke din.
Her wiha biryar hat dayîn ku lêpirsîn li gel wan şirketên geştyariyê û aliyan were kirin û werin cezakirin ku "hêsankariyê ji bo ciwanan dikin an jî toreke neyasayî ji bo leşkerkirin û dabînkirina darayî ava kirine."
Ev biryar hatine pesendkirin û ji bo derxistina fermana bicihanînê ji bo nivîsgeha Serokwezîrê Îraqê hatine şandin.
Daxwaza radestkirina Îraqiyan
Berê çavkaniyeke bilind a ewlehiyê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihandibû ku Îraqê bi awayekî fermî ji Moskow û Kyivê xwestiye ku wan Îraqiyên ku beşdarî şer bûne radestî wan bikin.
Qasim Eercî berê di daxuyaniyeke xwe ya ji bo Rûdawê de gotibû ku "bi sedan Îraqî" di şerê Rûsya û Ukraynayê de ne.
Her wiha Serokê Encumena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê Fayiq Zêdan hişyarî dabû ku yasaya Îraqê rê nade kesî ku bibe leşkerê welatekî din.
Niha aliyên ewlehî û dadweriyê yên Îraqê bi hev re dixebitin da ku rê li ber wan toran bigirin ku ciwanên Îraqî bi navê kar an jî geştiyariyê dibin Rûsyayê û pişt re wan tevlî eniyên şer dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse