Hewlêr (Rûdaw) - Desthilata dadwerî ya Îraqê çarçoveyeke yasayî ya tund ji bo darizandina wan çekdarên DAIŞê amade dike ku ji Sûriyeyê veguhastine Îraqê.
Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî ji Rûdawê re ragihand ku her çi qasî beşeke zêde ya tawanbaran biyanî bin û tawanên wan li derveyî Îraqê bin jî lê li gorî yasayan mafê Bexdayê heye ku wan di nava axa xwe de darizîne.
Berpirsa Yekeya Lêkolînan a Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî ya Navneteweyî ya ser bi Encûmena Bilind a Dadwerî ya Îraqê ve Lema Fazil ji Rûdawê re axivî.
Lema Fazilê diyar kir ku dê tawanbarên biyanî li gorî Yasaya Cezayan a Îraqê ya hejmar 111 a sala 1969an (a sererastkirî) bên darizandin.
Lema Fazilê destnîşan kir ku çarçoveyeke yasayî ya zelal ji bo desthilata dadwerî heye û ew çarçove wan rewşê diyar dike ku dadgehên Îraqê dikarin tawanbaran tê de darizînin.
Yasaya hejmar 111 a sala 1969an (a sererastkirî) wekî "dayîka yasayên cezayan ên Îraqê" tê naskirin û pîvanên giştî yên tawan û cezayan diyar dike.
Yasa destûrê dide dadgehên Îraqê ku wan tawanbarên biyanî darizînin ku li derveyî Îraqê tawan kirine, bi wê şertê ku tawana wan zerer dabe ewlehiya niştimanî ya Îraqê.
"Endamên rêxistina terorîst in"
Lema Fazil amaje bi madeya 6an a Yasaya Cezayan a Îraqê da û got:
"Yasa hemû wan tawanan li xwe digire ku li derveyî Îraqê hatine kirin lê bandoreke wan a rasterast li ser ewlehiya niştimanî ya Îraqê heye.
Wekî mînak tawanên terorîstî yan jî tevlîbûna rêxistinên çekdar ku gef in li ser ewlehiya Îraqê.
Lewma dema ku kiryarên wan tawanan li nava Îraqê bin, yasaya Îraqê li ser wan tê sepandin, heta eger kiryarê sereke yê tawanê li derve jî be."
Lema Fazilê tekez kir ku tawanbar "dê li gorî Yasaya Têkoşîna bi Terorê re ya hejmar 13 a sala 2005an bên darizandin, ji ber ku endamên rêxistina terorîst in û tawanên terorîstî kirine."
Hûrgiliyên Yasaya Têkoşîna bi Terorê re
Yasaya hejmar 13an a sala 2005an yek ji yasayên herî kurt û di heman demê de herî tund ên Îraqê ye.
Ev yasa taybet e bi rûbirûbûna wan kom û kesên ku gefê li ewlehiya welêt dixwin.
Yasa tenê ji 6 madeyan pêk tê lê bandora wê gelekî berfireh e.
Her çi qasî di yasaya hejmar 13an de bi awayekî zelal behsa "biyaniyan" nehatibe kirin jî lê ji ber ku ev yasa wekî "yasayeke taybet" tê dabeşkirin, di dema sepandinê de vedigere ser yasaya cezayan a giştî.
Li gorî pênaseya dewleta Îraqê, ji ber ku DAIŞ rêxistinek e ku "ewlehiya Îraqê" kiriye armanc, her kesê ku ji her cihekî cîhanê ve pêwendî bi wê rêxistinê re danîbe, li gorî yasaya hejmar 13 a Îraqê dibe tawanbar û tê darizandin.
Çimkî li gorî yasayê, tawana wî (endambûna di komê de) zerer gihandiye ewlehiya Îraqê.
Ev yasa gelekî tund e, ji ber ku cudahiyê naxe navbera wî kesê ku kiryara terorîstî kiriye û wî kesê ku tenê endamê komê bûye yan xwarin ji wan re amade kiriye.
Hemû di bin sîwana madeyên taybet bi terorê de rûbirûyê cezayê herî giran (îdam an zindana heta hetayê) dibin.
"Rûniştinên dadgehê dê eşkere bin"
Li gorî amarên Encûmena Bilind a Dadweriyê ya Îraqê, bi giştî 5 hezar û 704 endamên DAIŞê hene.
Ji van 467 kes Îraqî ne, 4 hezar û 253 kes Erebên ne Îraqî ne (3 hezar û 543 Sûriyeyî ne) û her wiha 983 kes jî biyanî ne.
Lema Fazil li ser pirsa "Gelo dadgehên Îraqê dê çawa miameleyê bi tawanbarên ji 61 welatên cuda re bikin?" wiha got:
"Dadgehên Îraqê di dema rûniştinan de pêbendî hemû garantiyên yasayî ne ku di Yasaya Pîvanên Dadweriyê de hatine.
Li gorî madeya 61/Cyê, eger şahid an tawanbar ji wî zimanî fêhm neke ku lêpirsîn pê tê kirin, divê wergêr jê re were peydakirin."
Berpirsa Yekeya Lêkolînan li ser mafê parastina tawanbaran jî diyar kir ku mafê yasayî yê tawanbar e ku parêzer jê re were peydakirin.
Eger şiyana wî tunebe, dadgeh bêyî ku mesrefê darayî bixe stûyê tawanbar, parêzer jê re peyda dike.
Her wiha tekez kir ku li gorî madeya 152yan a Yasaya Cezayan a Îraqê, "Divê rûniştinên darizandinê bi awayekî eşkere bin."
Mafê Kurdên Êzidî û qurbaniyan
Lema Fazil ragihand, "Dadgeha Îraqê li gorî yasayê mafê qurbaniyan diparêze ku gilî bikin û daxwaza tazmînatê bikin, ev jî di egera îsbatkirina tawana tawanbaran a li dijî wan de ye."
Lema Fazilê her wiha got, "Li gorî madeya 10an a Yasaya Pîvanên Dadweriyê, her kesê ku zerera madî yan manewî dîtibe, mafê wî heye ku li dijî tawanbar giliyê mafê şexsî tomar bike."
Ew berpirsa Navenda Niştimanî ya Hevkariya Dadwerî bal kişand ser "Yasaya Rizgarbûyên Êzidî ya hejmar 8 a sala 2021ê" û got:
"Armanca vê yasayê qerebûkirina madî û manewî û dabînkirina jiyaneke hêja ye ji bo wan.
Yasayê rê daye qurbaniyan ku gotinên xwe wekî şahid an gilîkar li pêşberî dadwerê lêkolînê û dadgehên din jî tomar bikin."
Radestkirina çeteyên biyanî yên DAIŞê
Lema Fazilê derbarê egera radestkirina çekdaran jî got:
"Ti astengiyeke yasayî li pêşiya radestkirina tawanbaran ji welatên wan re nîne.
Eger ew welat daxwaza radestkirina welatiyên xwe bikin û bi wî mercê ku li Îraqê tawan li dijî Îraqiyan nekiribin."
Lema Fazilê li ser garantiya cezakirina wan li wan welatên ku daxwaza wan dikin jî got:
"Dadgeha Îraqê bi tenê nikare garantiyê bide ka ew welat dê çi biryarekê bidin.
Divê bi awayekî tevbigerin ku garantî bikin ti kesê ku tevlî tawanên terorîstî yan tawanên dijî mirovahiyê bûbe ji cezayê rizgar nebe."
Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) 21ê Kanûna Paşîn a îsal dest veguhastina DAIŞiyan kiribû,
Li gorî zanyariyên Rûdawê, hemû ew girtî li Girtîgeha Navendî ya Bexdayê hatine girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse