Tevgera Nucebayê: Em di bin gefa êrişa Îsraîlê de ne

20-08-2025
RÛDAW
Nîşan Tevgera Nucebayê Şîe Heşdî Şebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevgera Nucebayê ku yek ji komên çekdar ên Şîe yên li Îraqê ye ragihand ku ew di bin gefa êrişa leşkerî ya Îsraîlê de ne.

Berdevkê tevgerê li ser vekişîna hêzên Amerîkayê jî got ku divê ew yek pêk were.

Alîkarê Sekreterê Giştî û Berdevkê Tevgera Nucebayê Husên Mûsewî ji Rûdawê re ragihand, “Gefên rasteqîn û berdewam li ser me hene. Agahî gihîştine me ku Îsraîl dê êrişî hêzên me bike.”

Li ser pêşnûmayasaya Heşdî Şebiyê ya ku piraniya fraksyonên Şîe dixwazin li parlamentoyê deng li ser bê dayîn, Husên Mûsewî got:

“Ew pêşnûmayasa rewatiyê dide hikûmeta Îraqê, tevî ku em dizanin nêrîn û xwesteka Amerîkayê ew e ku deng li ser neyê dayîn çimkî ew dixwaze li Îraqê hêzeke rasteqîn nebe.”

Pêşnûmayasaya Heşdî Şebî cîgirê yasayeke ku sala 2016an li parlamentoyê deng li ser hatibû dayîn e û armanca wê ew e ku rewatiyeke yasayî bide avakirina Desteya Heşdi Şebiyê.

Tevgera Nucebayê komeke çekdar a Şîeyên Îraqê ye û yek ji pêkhateyên Heşdi Şebî ye ku nêzîkî 10 hezar çekdarên wê hene.

"Di nav Şîeyan de tevgereke mezin heye"

Berdevkê Nucebayê amaje pê kir, “Ji bo ku di dema pêwîst de pêşnûmayasa were pesendkirin, di nava Şîeyan û Çarçoveya Hevahengiyê de tevgereke girîng û mezin heye.”

Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî sala 2014an li ser daxwaza hikûmeta Îraqê ji bo rûbirûbûna DAIŞê hatin Îraqê.

"Hêzên Koalîsyonê dest bi vekişînê dikin"

Li ser vekişîna Amerîkayê, Husên Mûsewî ragihand, “Hêzên Amerîkayê û yên hevpeymanan amadekariya vekişînê dikin û li gorî me divê ev yek pêk were.”

Hejmara herî zêde ya rahênerên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya bi pêşengiya Amerîkayê li Baregeha Eyn Esedê ya li Enbarê ye.

"Hêzên Koalîsyonê ber bi Sûriyeyê ve diçin"

Li ser heman mijarê, Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Parêzgeha Enbarê Seid Xazî ji Rûdawê re got:

“Hêzên Amerîkayê û hevpeymanan ên li Baregeha Eyn Esedê dest bi vekişînê kirine û ber bi Sûriyeyê ve diçin.”

Serokê Komîteya Ewlehiyê ya Parêzgeha Enbarê hêvî kir ku vekişîna Amerîkayê bandoreke neyînî li ser ewlehiya parêzgehê neke.

Dawiya sala 2014an, hêzên Amerîkayê û paşê jî hejmarek welatên din li ser daxwaza hikûmeta Îraqê, bi mebesta alîkarîkirina Hêzên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Îraqê di têkbirina DAIŞê de hatin Îraq û Herêma Kurdistanê.

Nêzîkî 2 hezar û 500 serbazên Amerîkayê li Îraq û Herêma Kurdistanê hene.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst