Beha Erecî: Divê Kurd bi namzedekî herin Bexdayê

20-11-2025
RÛDAW
Beha Erecî û Niwêner Fatîh /  Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Beha Erecî û Niwêner Fatîh / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Îraq Serokkomarî Kurd Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê Şîe Beha Erecî diyar kir ku posta serokkomariyê mafê Kurdan e û got, divê partiyên Kurdan bi yek namzedî herin Bexdayê.

Parlamenterê Şîe û yek ji navên diyarkirî yên Çarçoveya Hemahengiyê Beha Erecî beşdarî bultena Rûdawa Îro bû û li ser pêvajoya avakirina hikûmetê, pêşbirka ji bo serokwezîriyê û pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê axivî.

"Me bihîstiye ku Malikî dixwaze bibe berbijêr"

Erecî diyar kir ku di nav Çarçoveya Hevahengiyê de hîn bi awayekî fermî namzedê serokwezîriyê nehatiye diyarkirin lê li pişt perdeyê behsa navê Nûrî Malikî tê kirin û got:

"Navên ku di medyayê de belav dibin ne fermî ne lê li gorî tiştên ku me bihîstine, birêz Malikî dixwaze bibe namzed, ev mafê wî yê demokratîk e."

"Sûdanî ji bo heyamê duyem berbijêrê herî bihêz e"

Erecî bal kişand ser posta Serokwezîrê niha Mihemed Şiya Sûdanî jî û got ku Sûdanî ji bo heyamê duyem "berbijêrê herî bihêz" e.

Erecî destnîşan kir ku di dema Sûdanî de pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê gihiştine asta herî baş û got:

"Birêz Sûdanî lîderek e ku karî birayên me yên Kurd li dora heman maseyê kom bike.

Me ji serkirdeyên PDKyê tenê pesnê wî bihîstiye. Di dema birêvebiriya Sûdanî de, pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê serdema xwe ya zêrîn jiyan."

Mijara serokkomariyê û banga li Kurdan

Ew li ser posta serokkomariyê ya ku piştî hilbijartinan di rojevê de ye axivî û diyar kir ku li gorî çanda siyasî yê rûniştî ev post mafê Kurdan e.

Erecî li ser daxwaza serokkomariyê ya lîderê Sunî Mihemed Helbûsî got:

"Ev post mafê Kurdan e, heta ku di navbera Kurd û Suniyan de peymaneke dan û standinê nebe.

Em wekî Çarçoveya Hevahengiyê pêbendî çana siyasî ne."

Beha Erecî bangî partiyên Kurdan jî kir û got:

"Ez hêvî dikim ku birayên me yên Kurd di nav xwe de li hev bikin û bi yek namzedê serokkomariyê werin Bexdayê.

Ev yek dê pêvajoyê û avakirina hikûmetê leztir bike."

"Amerîka û Îran ji Sûdanî razî ne"

Erecî bal kişand ser bandora aktoranên derve ya di pêvajoya avakirina hikûmetê ya li Îraqê de û îdia kir ku hem Amerîka û hem jî Îran ji hikûmeta niha razî ne û got:

"Îran ji hikûmeta Sûdanî û aramiya Îraqê razî ye. Amerîkayê jî ji sala 2003yan û vir ve cara yekem du daxuyaniyên fermî belav kirin ku pesnê hikûmet û serokwezîrekî Îraqê didin.

Her du welat jî di aramiya Îraqê de berjewendiyeke stratejîk dibînin."

Hikûmet dê kengî bê avakirin?

Erecî anî ziman, dibe ku pêvajo ji ya ku tê payîn dirêjtir bibe û got, "Dibe ku parlamento di nîvê yan dawiya meha bê de bicive.

Lê belê pirsgirêk û bazarên siyasî dê demê bistînin. Dîsa jî ez li bende me ku wekî heyama borî derengiyeke ew qasî dirêj çênebe."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst