Keştiya Tirkiyeyê ji bo çareserkirina krîza elektrîkê gihişt Îraqê

21-08-2025
RÛDAW
Nîşan Eletrîk Tirkiye Keştî Karpowership Îraq
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiya yekem a enerjiyê ya ku ji Tirkiyeyê bi rê ketibû, di çarçoveya hewldanên çareserkirina krîza elektrîkê ya Îraqê de gihişt Bendera Um Qesrê.

Keştiya ku santraleke gerok e, dê 125 megawatt eletrîkê bide tora elektrîkê ya Îraqê.

Keştiya kompanyaya Karpowershipê, îro li Bendera Um Qesrê bicih bû.

Berdevkê Wezareta Elektrîkê ya Îraqê Ehmed Mûsa ji Rûdawê re ragihand ku piştî dabînkirina sotemeniyê, keştî dê di nava 10 rojan de dest bi hilberîna elektrîkê bike.

Keştiya duyem jî di rê de ye

Hat ragihandin ku ev pêngav beşek ji peymana di navbera Tirkiye û Îraqê de ye ku 4ê Tîrmehê ji bo zêdekirina elektrîkê hatibû îmzekirin.

Ehmed Mûsa got, "Li gorî peymanê dê bi giştî 591 megawatt elektrîk ji Tirkiyeyê were wergirtin.

Meha bê dê keştiyeke bi heman rengî were û ev keştî dê 71 rojan elektrîkê bidin Îraqê."

Havînan daxwaz zêdetir dibe

Îraqa ku bi piranî girêdayî gaza xwezayî ya ji Îranê ye, niha di navbera 27 hezar û 28 hezar megawatt de elektrîkê hildiberîne.

Lê belê di mehên havînê de ji ber zêdebûna bikaranîna klîma daxwaz digihîje nêzîkî 54 hezar megawattî.

Ev kêmasî li seranserê welêt dibe sedema qutbûnên demdirêj ên elektrîkê.

Tê payîn ku santralên gerok ên Tirkiyeyê di tejîkirina vê valahiyê de roleke girîng bilîzin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst