Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî pêşniyareke nû ya guhertina yasaya budceyê ya li ser dahatên petrol û gaza Herêma Kurdistanê careke din pêşkêşî Parlamentoya Îraqê kir.
Bi vê guherandinê, tê xwestin ku hemû dahatên petrol û gazê yên ku li Herêma Kurdistanê têne bidestxistin, radestî xezîneya federal bên kirin.
Endamê Komîsyona Aboriyê ya Parlamentoya Îraqê Soran Omer ji Rûdawê re ragihand ku Hikûmeta Îraqê dev ji pêşniyara xwe ya berê berdaye û pêşniyareke nû pêşkêş kiriye.
Li gorî pêşniyara nû, divê hemû dahatên firotina petrol, gaz û hilberînên petrolê yên navxweyî û derveyî yên Herêma Kurdistanê radestî xezîneya giştî bên kirin.
Omer diyar kir ku Serokwezîr Sûdanî ev gav di bin zexta aliyên Şîe de avêtiye û eger guhertin derbas bibe dê pirsgirêkên zêdetir derkevin.
Endamê Komîsyona Darayî ya Parlamentoya Îraqê Cemal Koçer tekez kir ku pêşniyara nû destê Herêma Kurdistanê girê dide.
Koçer eşkere kir ku deqa nû divê Herêma Kurdistanê hemû dahatên petrol û gaza xwe radestî hikûmeta federal bike û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hîn ev pêşniyar qebûl nekiriye.
Koçer da zanîn ku divê guherandina yasayê li Parlamentoya Îraqê bêhtir were gotûbêjkirin û gelek mudaxeleyên siyasî hene.
Koçer her wiha bal kişand ser wê yekê ku hilbijartinên parlamentoya Îraqê yên pêşiya me jî vê pêvajoyê tevlihev dike.
Di guherandina 5ê Çiriya Paşîn a 2024an de, Encûmena Wezîran a Îraqê mesrefa hilberîn û veguhastina petrolê ya Herêma Kurdistanê 16 dolar diyar kiribû.
Xala yekem diyar dike ku Wezareta Darayî ya Îraqê dê, bi şertê ku petrol radestî Şirketa Bazarkirina Petrolê ya Îraqê (SOMO) yan Wezareta Federal a Petrolê bê kirin, mafên darayî yên hilberîn û veguhastina petrolê bide Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Di pêşniyara guherandinê de tê gotin ku mafên darayî dê ji aliyê saziyeke şêwirmendiya navneteweyî ya pispor ve bi awayekî dadmend were diyarkirin ku Wezareta Federal a Petrolê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê tercîh dikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse