Bexdayê plana xwe ya mezin a petrolê ji Rûdawê re eşkere kir

01-10-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Petrol Heyan Ebdulxenî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragihand ku planên wan ji bo îmzekirina çend peymanên derbarê petrola li Besra, Hemrîn, Kerkûk û çend deverên din hene ku îsal hilberîna petrolê rojane bigihînin 5,5 milyon bermîlan.

Heyan Ebdulxenî her wiha got, 28 kompanyayên Amerîkayê di warê enerjiyê de li Îraqê kar dikin.

Alîkarê Serokwezîrê Îraqê û Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ji Rûdawê re behsa planên wezaretê kir.

"28 kompanyayên Amerîkayê li Îraqê kar dikin"

Heyan Ebdulxenî got, "Hejmara kompanyayên Amerîkî yên ku bi wezareta me re kar dikin 28 kompanya ne û yên herî diyar jî KBR, Honeywell, Halliburton, Schlumberger, Baker Hughes, Weatherford û Wood Group in.”

Heyan Ebdulxenî derbarê Kompanyaya Chevronê ya Amerîkayê got:

"Bi kompanyaya Chevronê re, ji bo bi pêşxistina qadên petrolê yên li Nasiriye û Beledê peymaneke me ya bingehîn heye û di paşerojê de jî kompanya dê ji bo berfirehkirina projeyên berfireh ên di sektora enerjiyê de bixebite."

Peymanên bi BPyê re

Heyan Ebdulxenî da zanîn ku derbarê qadên petrolê yên li Rumele û Kerkûkê du peymanên wan bi Kompanyaya BPyê re hene û wiha pê de çû:

"Peymana Rumeleyê ji bo hilberîn û bi pêşxistina her du qadên Rumeleya Bakur û Başûr e da ku rojane bigihîje milyonek û 800 hezar bermîl petrol.

Peymana din jî ji bo çar qadên li Kerkûkê ye da ku hilberîna petrolê bigihîje nêzîkî 450 hezar bermîl petrol.”

Hedef  rojane 5,5 milyon bermîl in

Wezîrê Petrolê yê Îraqê got, "Plana me heye ku em çend peymanan ji bo qadên petrolê yên li Nasiriye, Besra, Hemrîn, Ecîl, Kerkûk û Meysanê îmze bikin."

Îraq piştî Erebistana Siûdî, di nav rêxistina OPECê de hilberînera herî mezin a petrolê ye.

Rojane nêzîkî 4,4 milyon bermîl petrol hildibire û nêzîkî 3,3 milyon bermîlan jî hinarde dike.

Li gorî gotina Heyan Ebdulxenî, plan ew e ku îsal şiyana hilberîna petrolê rojane bigihîje 5,5 milyon bermîl.

 Wî her wiha got, “Zêdekirina şiyana hilberînê jî dê bi rêya berfirehkirina karên kolana bîran û sererastkirina bîrên kevn, avakirina stasyon û xetên boriyan pêk were.”

Projeyên Totalê yên li Besrayê

Heyan Ebdulxenî derbarê karên Kompanyaya TotalEnergiesê ya Fransayê jî got:

“Kompanyaya Totalê li qada Ertawî û qada Helfayeyê kar dike ku karên wê di çarçoveya Projeya Berfireh a Başûrê Îraqê de tên dabeşkirin.

Peymana me ya bi Kompanyaya Totalê re dê 30 salan berdewam bike û dê nêzîkî 40 hezar derfetên kar biafirîne."

Ji sedî 70yê petrola Îraqê li parêzgeha Besrayê ye û hilberîna wê ya rojane digihîje nêzîkî 3,25 milyon bermîlan.

Wezîrê Petrolê yê Îraqê amaje pê kir ku yek ji karên din ên Kompanyaya TotalEnergiesê li Besrayê, pêşxistina hilberînê ya li qada Ertawiyê ye ku rojane 210 hezar bermîlan derxe.

Wî her wiha got, "Kompanyaya Totalê li Besrayê projeya hilberîna elektrîkê ya bi bikaranîna enerjiya rojê girtiye ser milê xwe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst