Zilamekî 92 salî zewicî: ‘Zewac aramiyê dide’

24-07-2025
RÛDAW
Hecî Xelefê 92 salî / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Hecî Xelefê 92 salî / Wêne: Ji ber dîmenan, Rûdaw
Nîşan Zewac Îraq Kal
A+ A-

Selahedîn (Rûdaw) - Li parêzgeha Selahedînê ya Îraqê Hecî Xelefê 92 salî bi jineke 49 salî re zewicî û zarok û gundiyên wî jî piştgiriyê didin biryara wî.

Hecî Xelefê 92 salî yê ku li gundê El Botamayê yê parêzgeha Selahedînê ya Îraqê dijî, bi jineke 49 salî re zewicî û di jiyana xwe de rûpeleke nû vekir.

Bi milyonan dînar qelen û mala cuda

Bûka ku 43 salan ji zava biçûktir e, pêşniyara zewacê bi şertê 5 milyon dînarên Îraqî zêr, 10 milyon dînar qelen û xaniyekî cuda qebûl kiriye.

Hecî Xelef ji Rûdawê re got:

“Rewş baş e, ez û hevjîna xwe baş in, yê ku hevjîna wî tune be winda ye.

Ez lê geriyam û zewicîm.”

Hecî Xelef peyamek da ezeban û anî ziman:

“Ez hemû kesên nezewicî teşwîqî zewacê dikim, ji ber ku zewac aramî û rûmetê dide mirovan.

Kesê ku hevjîna wî tune be, dibe ku zererê bide kesên din.”

200 neviyên wî hene

Hevjîna yekem a Hecî Xelef berî 2 salan wefat kiribû.

Ji hevjîna xwe ya yekem ku di 22 saliya xwe de pê re zewicîbû, 9 keç û 3 kur, bi giştî 12 zarokên wî hene.

Nêzîkî 200 neviyên wî hene û kurê wî yê mezin 68 salî ye.

Her çi qas 9 roj di ser zewaca wan re derbas bûbin jî, pîrozbahî wekî roja ewil didomin.

Xizm û gundî diçin mala zava û wî pîroz dikin.

Kurên wî piştgiriyê didin

Kurê Hecî Xelef, Şakir Xelef li ser zewaca bavê xwe got:

“Dema dêya me wefat kir, me hest kir ku bavê me ketiye valahiyekê.

Li herêma me, jin ji bo mêr wekî sitarekê ye.

Hecî bêyî hevjîna xwe nikare bijî, ji ber ku ew alîkariya wî dike.

Birayên min, ez û hemû xelkê herêmê ji ber vê zewacê gelekî kêfxweş in.”

Kurê wî yê din, Ehmed Xelef jî anî ziman:

“Me tiştê ku diket ser milê me kir, me erka xwe ya exlaqî, dînî û civakî ya ji bo rêzgirtina bavê xwe bi cih anî.

Em ji ber zewaca wî gelekî kêfxweş in.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst