Cîgirê Parêzgarê Diyaleyê, Kerîm Elî ragihand, rewşa ewlehiyê ya parêzgehê ber bi xirabbûnê ve diçe û da xuyakirin, eşîrên li navçeyê rahêştine çekan.
Hewlêr (Rûdaw) – Cîgirê Parêzgarê Diyaleyê, Kerîm Elî ragihand, rewşa ewlehiyê ya parêzgehê ber bi xirabbûnê ve diçe û da xuyakirin, eşîrên li navçeyê rahêştine çekan ji ber ku dibêjin, “hêzên ewlehiyê yên hikûmetê nikarin me biparêzin.”
Liv û tevgerên çekdarên DAIŞê û êrişên wan bo ser hêzên ewlehiyê û xelkê navçeyê berdewam zêde dibin.
Îro bombek li navenda bajarê Diyaleyê teqiya û di encamê de efserekî artêşa Iraqê hat kuştin û 3 serbaz jî birîndar bûn.
Roja Îniya bihorî 23ê Nîsanê jî di teqîna bombeke DAIŞê de welatiyekî sivîl û 2 polîsên Iraqê hatibûn kuştin û 4 kes jî birîndar bûbûn.
Têkildarî zêdebûna êrişên DAIŞê li sînorê parêzgeha Diyale ya Iraqê, Cîgirê Parêzgarê Diyaleyê, Kerîm Elî ji Rûdawê re ragihand, “ew çend roj in ku rewşa ewlehiyê ya parêzgeha Diyaleyê ne aram e û çekdarên DAIŞê dest bi live û kiryarên tundûtîj kiriye, xelkê navçeyê jî wiha bawer dikin ku hêzên ewlehiyê nikarin wan biparêzin.”
Kerîm Elî diyar kir, “bi sedema liv û tevgerên DAŞIê, eşîrên li sînorê parêzgehê çek rakirine, ne dûr e ku şerekî navxweyî derkeve, çimku eşîr dibêjin ji ber nebûna hêzên ewlehiyê yên pêwîst, em dê bi xwe xwe biparêzin.”
Cîgirê Parêzgarê Diyaleyê herwiha dibêje, Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî nûnerê xwe yê taybet şandiye Diyaleyê û daxwaz ji eşîran kiriye çek rakin, lê belê heya niha ew daxwazî weke pêwîst nehatiye pêkanîn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse