Li Îraqê bangeşeya hilbijartinan germ dibe, li Kerkûkê liv û tevger zêde bûye

26-10-2025
RÛDAW
Nîşan Îraq Hilbijartin Kerkûk Diyale Besre
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Hevpeymaniya Ezmê li Kerkûkê û Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Pêşketinê li Besreyê dest bi bangeşeya hilbijartinê kir.

Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Semeraî got: "Kerkûk nimûneyeke biçûk a Îraqê ye û yekîtiya wê bingeha îstiqrarê ye."

Li gorî rapirsiyekê jî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dê li parêzgeha Diyaleyê kursiyekî bistîne.

Serokê Hevpeymaniya Ezmê Musena Semeraî doh li gel Wezîrê Perwerdeyê yê Îraqê Dr. Îbrahîm Namis û hinek serkirdeyên hevpeymaniyê çû Kerkûkê.

Musena Semeraî li gel endamên bangeşeya hevpeymaniyê, li Kerkûkê çû mala seyîdên Neîmî û bi berbijêrê hevpeymaniyê Sedam Neîmî re civiya.

Mîrê eşîra Neîm Sufyan Omer Elî Neîmî û hinek ji şêx û rûspiyên Kerkûkê amade bûn.

Musena Semeraî: Baweriya me bi şiyana hevpeymaniya me heye

Ofîsa Hevpeymaniya Ezmê di daxuyaniyekê de got: "Rewşa parêzgehê û pêdiviyên xizmetguzarî û geşbûnê hatin gotûbêjkirin û teqezî li ser piştgirîkirina bangeşeya hilbijartinê ya Hevpeymaniya Ezmê û bihêzkirina pêwendiyan bi welatiyan re hat kirin.

Amadebûyan piştgiriya xwe ji bo proje, bername û serkirdayetiya hevpeymaniyê anî ziman û baweriya xwe bi şiyana hevpeymaniyê ya ji bo nûnertiya xelkê Kerkûkê û parastina mafên wan ên niştimanî di qonaxa dahatû de ducare kirin."

Musena Semeraî teqezî li ser piştgiriya tam a serkirdayetiya hevpeymaniyê ya ji bo namzedên Kerkûkê kir û "baweriya xwe bi şiyana wan a ji bo nûnertiya parêzgeha xwe bi emanet û berpirsyarî û hewldana cidî ya ji bo pêkanîna daxwazên xelkê di warê geşepêdan û îstiqrarê de" ducare kir.

Wî amaje bi wê yekê jî kir, "Qonaxa dahatû pêwîstî bi yekxistina hewlan û zêdekirina karê meydanî heye ji bo gihandina peyama hevpeymaniyê ku li ser bingeha hevparîya niştimanî û şiyandana parêzgehan ji bo bidestxistina mafên xwe yên destûrî û geşbûnê hatiye damezirandin."

Li Kerkûkê 250 namzed, ji bilî kursiyekî kotaya Xiristiyanan, ji bo 12 kursiyên Parlamentoya Îraqê dikevin pêşbirkê.

Ji ber nakokiyan, Erebên Sunî yên Kerkûkê, vê carê bi çar hevpeymanî û du lîsteyan beşdarî hilbijartinan bûne.

Êvarê jî Musena Semeraî li qezaya Daqûqê ya Kerkûkê, beşdarî civîneke bangeşeya hilbijartinê bû ku ji aliyê namzedê hevpeymaniyê Qasim Fazil Şemerî ve hatibû organîzekirin.

Musena Semeraî: Kerkûk nimûneyeke biçûk a Îraqê ye

Civîn bi amadebûna hinek ji şêniyên qezayê û kesayetiyên diyar pêk hat.

Semeraî di axaftina xwe de bal kişand ser wê yekê kir ku Kerkûk bi pirrengî û pirpêkhatebûna xwe nimûneyeke biçûkkirî ya Îraqê ye û yekrêziya wê bingeha sereke ya îstiqrara niştimanî ye.

Semeraî xwest bernameyên hêzên siyasî di xizmeta piştgirîkirina jiyana hevbeş a aştiyane û bihêzkirina baweriyê de bin di navbera pêkhateyên parêzgehê de.

Wî her wiha ducare kir ku Hevpeymaniya Ezmê dê projeya xwe ya niştimanî bidomîne ku armanca wê xurtkirina îstiqrarê û xizmetkirina welatiyan e li seranserê parêzgehên Îraqê.

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Çiriya Paşîn a îsal bên kirin.

Parlamentoya Îraqê ji 329 kursiyan pêk tê, ku 320 ji wan giştî ne û 9 jî kotayên pêkhateyan in.

Rapirsî li Diyaleyê: YNK dê kursiyekî bistîne

Di heman demê de, li gorî rapirsiyekê ku li parêzgeha Diyaleyê hatiye kirin, Rêxistina Bedirê dê sê kursiyan û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) jî dê kursiyekî bistîne.

Namzedekî YNKyê got: "Kursiyekî me li Diyaleyê misoger e û em hewl didin kursiyê duyemîn jî bi dest bixin."

Navenda Niştimanî ya Kar û Barên Hilbijartinê ku xwe wekî navendeke xwebexş û serbixwe dide nasîn, encamên rapirsiyeke li parêzgeha Diyaleyê weşand.

Rapirsî li ser bingeha hevpeyvînên rûbirû yên bi xelk û çalakvanan re û bi rêya torên civakî hatiye kirin û nîşaneke destpêkî li ser nexşeya nûnertiya parlamentoyê li parêzgehê dide.

Li gorî rapirsiyê, Rêxistina Bedirê 3 kursî, her yek ji Teqedum, Ezm û Hîkmeyê 2 kursî, û her yek ji Dewleta Yasa, YNK, Hêzên Medenî, Esaîb, Serbixwe û Hêzên Tirkmen jî kursiyekî bi dest dixin.

Bi vî awayî 14 kursiyên Diyaleyê li 9 lîste û aliyan tên dabeşkirin.

Endamê Parlamentoya Îraqê û Berbijêrê bi hejmara 24an ê YNKyê yê parêzgeha Diyaleyê Soran Mensûr ji Rûdawê re ragihand:

"YNK li parêzgeha Diyaleyê xwedî kursiyekî misoger e û em hewl didin kursiyê duyemîn jî bi dest bixin."

Berpirsê Liqa 15an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) yê Xaneqînê Ekber Heyder berê ji Rûdawê re gotibû:

"Li herêmên Kurdistanî yên Diyaleyê zêdetirî 10 hezar dengên me hene û em piştrast in ku beşdariya çalak a xelkê dê me li parêzgehê bike xwedî kursiyekî."

Beşeke mezin a beşdaran, bi rêjeya nêzîkî ji sedî 39, baweriya wan bi pêvajoya hilbijartinê nebûye û nîgeraniya xwe li ser encaman anîne ziman.

Rexne li pêvajoya hilbijartinê

Beşdaran di pêşbîniyên xwe de pişta xwe bi "têgihiştineke realîst" a rewşa dengdêran li Diyaleyê girê daye û teqezî li ser wê yekê kiriye ku pirrengiya civakî ya li parêzgehê zemîneke berfirehtir ji bo dabeşbûna kursiyan diafirîne.

Baweriya beşeke mezin a beşdaran, bi rêjeya nêzîkî ji sedî 39, bi pêvajoya hilbijartinê nebûye, dilgiraniya xwe li ser encaman aniye ziman û daxwaza guhertina nûnerên niha yên Diyaleyê yên li parlamentoyê kirine, bi taybetî jî yên ku di dema borî de performanseke baş nîşan nedane.

Li gorî rapirsiyê, dabeşkirina kursiyên parlamentoyê li Diyaleyê:

Bedir: 3 kursî

Hîkme: 2 kursî

Teqedum: 2 kursî

Ezm: 2 kursî

Dewleta Yasa: 1 kursî

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê: 1 kursî

Hêzên Sivîl: 1 kursî

Tevgera Esaîb: 1 kursî

Serbixwe û Hêzên Tirkmenan: 1 kursî

Sûdanî li Besreyê dest bi bangeşeyê kir

Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşketinê Mihemed Şiya Sûdanî, di bangeşeya hilbijartinê ya hevpeymaniya xwe de li Besrayê, peyamek arasteyî alîgirên xwe kir û got, "Besre ruh, hêvî û paşeroja Îraqê ye."

Wî ragihand ku sozên hikûmeta wî ne tenê gotinên hilbijartinê ne, ew "girêbestên şerefê" ne bi xelkê re û daxwaz ji xelkê kir ku beşdariyeke çalak di hilbijartinê de bikin.

Sûdanî, axaftina xwe bi pesnê Besrayê da destpêkirin û got, "Besre bajarê petrol, bendergeh û derwazeyê Îraqê yê ber bi cîhanê ve ye û çavkaniya sereke ya dewlemendiya welat e."

Wî amaje bi hinek projeyên hikûmeta xwe yên ku li Besrayê hatine kirin kir û soza çareserkirina pirsgirêka avê da xelkê.

Sûdaniyê ku di heman demê ser Serokwezîrê Îraqê ye jî soz da ku projeya şîrînkirina ava deryayê dê di nava sê salan de bi dawî bibe û dawî li pirsgirêka şorahiya avê bîne.

Sûdanî derbarê kêmkirina şewitandina gaza bi neftê re got: "Di vê hikûmetê de me çareseriya pêwîst daniye, di nava 30 mehan de em dê şewitandina gazê li parzûngehên Besreyê bigihînin sifirê."

Sûdanî her wiha behsa projeyên din ên di warên petrol, enerjî, tenduristî, perwerde û binesaziyê de kir û projeya Bendera Mezin a Fawê û Rêya Bipêşketinê wekî "projeya Îraqê û projeya gel" bi nav kir.

Berpirsekî Tevgera Hîkmeyê: Hîn zû ye behsa posta serokwezîriyê bê kirin

Serokê Ofîsa Pêwendiyên Niştimanî ya Tevgera Hîkmeyê Mihemed Husam Huseynî ragihand ku gotûbêjkirina li ser posta serokwezîr an şêwaza avakirina hikûmeta dahatû hîn zû ye, ji ber mijûlbûna hêzên siyasî bi amadekariyên hilbijartinan re.

Huseynî, di parvekirineke li ser hesabê xwe yê Xê de zelal kir:

"Her kes niha bi amadekariyên ji bo hilbijartinê ve mijûl e û encamên wê dê roleke diyarker di destnîşankirina şêwaza hikûmeta dahatû de bilîzin."

Her wiha amaje bi wê yekê jî da, "Faktorên din jî dê bandorê li ser rêça avakirina hikûmetê bikin û normal e ku ev rêç li gel rastiya siyasî ya nû ya ku sindoqên dengdanê hildiberînin biguncin."

Feysel Îsawî: Tofewuq ne bi ser aliyekî ve ye

Feysel Îsawiyê ku serkirdeyekî Hevpeymaniya Tofewuqê ya ku yek ji hevpeymaniyên Sunî ye diyar kir ku hevpeymaniya wan ser bi ti alî û ajandayeke derve nîne, ew dî di bin sîwana Hevpeymaniya Ezmê de kar dike ku ji aliyê Musenna Semeraî ve tê serokatîkirin.

Îsawî di parvekirinekê de ragihand: "Hevpeymaniya me zarokên dilsoz ên Enbarê di nav xwe de dihewîne ku piştgiriya projeya dewleta niştimanî hilbijartine, dûrî her projeya pêvekirî an bandoreke derve."

Wî amaje bi wê yekê jî da, "Ew kes û aliyên ku bi ajandayên derve ve girêdayî ne, li cem hemû niştecihên Enbarê naskirî ne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst