Wezareta Karebayê ya Îraqê li ser êrişê daxuyanî da

27-11-2025
RÛDAW
Nîşan Qada Gazê ya Kormorê Êriş Wezareta Karebayê ya Îraqê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karebayê ya Îraqê ragihand, ji ber êrişa li Qada Gazê ya Kormorê hezar û 200 megawatt karebaya wan kêm bûye.

Doh bi şev nêzîkî demjimêr 11:30î êrişî Qada Gazê ya Kormorê ya li Çemçemalê hat kirin.

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Îraqê Ehmed Mûsa Ebadî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand:

"Sîstema enerjiya karebaya niştimanî hezar û 200 megawatt ji dest da û sedema wê jî êrişa li Qada Gazê ya Kormorê bû."

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Îraqê diyar kir ku wan girêbesta kirîna karebayê ya bi şirketên sektora taybet a Herêma Kurdistanê re heye û ji ber êrişê 1200 megawatt kareba ji tora niştimanî kêm bûye.

Ebadî destnîşan kir ku vê yekê bandoreke berbiçav li demjimêrên dayîna karebayê ya parêzgehên Kerkûk, Nînowa û Selahedînê kiriye.

Êriş nayê qebûlkirin

Serokê Şaneya Ragihandinê ya Ewlehiyê ya Îraqê Sead Mîn ragihand, "Êrişa li Qada Gazê ya Kormorê bi ti awayî nayê qebûlkirin."

Sead Mîn amaje bi wê yekê kir ku lêkolîna li ser bûyerê dest pê kiriye û hêzên ewlehiyê mijûlî hûrbînî û şopandina wan zanyariyan in ku derbarê êrişê bi dest ketine.

Êriş gefeke rasterast e

Fermandariya Operasyonên Hevbeş a Îraqê derbarê êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyaniyek belav kir û got:

"Demjimêr 11:30î şeva borî, Qada Kormorê ya li parêzgeha Silêmaniyê rastî êrişeke nerewa hat û di encamê de yek ji depoyên sereke yên qada gazê ya girîng şewitî.

Ziyanên canî jê çênebûn.

Ev gefeke rasterast a li ser berjewendiya Îraqiyan û kiryareke terorîstî ya metirsîdar e ji bo derxistina astengiyan û bipaşxistina wan hewldanên ku ji bo çesipandina aramiya ewlehî û aborî tên dayîn."

"Dê êrişkar werin cezadan"

Di beşeke din a daxuyaniyê de hat gotin:

"Vê destdirêjiyê bandor û encamên neyînî li sîstema karebayê kirine, bi taybetî li parêzgehên Hewlêr û Silêmaniyê û di heman demê de zererê dide samana welêt û çavkaniyên enerjiyê."

Fermandariya Operasyonên Hevbeş hişyariyê dide wan kes û aliyên li pişt êrişê ne û dibêje:

"Ew aliyên li pişt van êrişan in dê cezaya xwe ya dadmend wergirin û rêkarên yasayî yên tund li hemberî wan kesan dê werin girtin ku di nav vê kiryara nerewa û tirsonek de hene."

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êriş bi tundî şermezar kir û daxwaza girtina rêkarên tund li hemberî wan kesan kir.

Her wiha ji Amerîkayê xwest ku sîstema parastina asmanî ji bo qadê dabîn bike.

Kareba qut bû

Li aliyê din, Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê bilançoya ziyan û qutbûna karebayê ya piştî êrişê eşkere kir.

Êriş bû sedema qutbûna berfireh a karebayê li seranserî Herêma Kurdistanê.

Berdevkê Wezareta Karebayê ya Herêma Kurdistanê û Birêvebirê Giştî yê Kontrola Karebayê Umîd Ehmed ji Rûdawê re ragihand, “Sîstema karebaya niştimanî ji ber êrişê bi qutbûneke giştî re rûbirû ma.”

Hilberîna enerjiyê rawestiya

Umîd Ehmed bal kişand ser wê yekê ku hilberîna karebaya Herêma Kurdistanê bi piranî pişta xwe dide gaza xwezayî û ev agahî parve kirin:

“Li Herêma Kurdistanê ji sedî 80yê hilberîna karebayê bi rêya santralên gazê tê dabînkirin.

Di encama êrişê de herikîna gazê ya ji bo santralan bi temamî rawestiya.

Ji ber vê yekê sîstem têk çû û ji sedî 80yê karebaya herêmê qut bû.”

Qada Gazê ya Kormorê

Qada Gazê ya Kormorê li gundê Kormorê yê nahiyeya Qadir Keremê ya navçeya Çemçemalê ya Silêmaniyê cih digire.

Qada Gazê ya Kormorê bi armanca hilberîn, bipêşvebirin û firotina berhemên petrolê sala 2007an hat avakirin û sala 2008an jî hilberîna gazê dest pê kir.

Salên 2022, 2023 û 2024an jî gelek caran êrişî Kormorê hatibû kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst