Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî diyar kir ku hikûmet hevkariya bi sektora taybet re xurt dike.
Konferansa Enerjiyê ya Îraqê, li Bexdayê bi hevkarî û piştgiriya ragihandinê ya Tora Medyayî ya Rûdawê tê lidarxistin.
Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî jî beşdarî konferansê bû û got ku Îraq nêzîkî "têrbûna temam a ji sotemeniyê" dibe.
Sûdanî diyar kir ku ew bi awayekî berdewam ber bi hinartina gazê ve diçin û di vê çarçoveyê de armanc ew e ku "heta sala 2030î ji sedî 40ê petrolê bibe pîşesazî."
Wî anî zimên ku hikûmet hewl dide “bi rêya veberhênana gaza xwezayî û berfirekirina hilberîna berhemên petrolê” sûda ji dewlemendiya petrolê zêdetir bike.
Serokwezîrê Îraqê destnîşan kir ku “hevkariya bi sektora taybet re” paceyeke sereke ya bipêşketinê ye û diyar kir ku hikûmet hevkariya bi sektora taybet re xurt dike.
Sûdanî daxuyand ku hevkariya bi sektora taybet re ji bo afirandina derfetên kar deriyekî nû ye û dê ev yek di mijarên wekî “guherîna avhewayê û çolbûnê” de jî bibe alîkar.
Şiya Sûdanî amaje pê kir, hikûmetê hewl daye ku "elementên enerjiya nûjenbar û paqij û alternatîv bi kar bîne" û diyar kir ku bernameya hikûmetê derbasî "bicihkirina fiîlî ya di warê enerjiya rojê de" bûye.
Li gorî agahiyên ku wî dane, dema projeyên plankirî temam bûn dê hilberîna karebayê bigihe 4875 megawatan.
Sûdanî herî dawiyê ragihand ku beşdariya Îraqê ya di aramiya bazara petrolê ya navneteweyî de girêdayî aboriyeke bihêz û saxlem e.
Her wiha ameje pê kir, ji bo projeyên bipêşxistin û domdariyê pêdivî bi piştgiriya gel û hikûmetê jî heye.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse