Nûrî Malîkî: Ez bi serdana Nêçîrvan Barzanî geşbîn im

28-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Nûrî Malîkî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê berê yê Îraqê Nûrî Malîkî got ku ew geşbîn e ku serdana Nêçîrvan Barzanî ya Bexdayê çareseriyekê bi xwe re bîne.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî beşdarî civîna Hevpeymaniya Birêvebirina Dewletê ya Îraqê bibe doh çû Bexdayê.

Nêçîrvan Barzanî îro jî bi serkirdeyên siyasî yên Îraqê re gelek civîn pêk anîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Bexdayê bi Serokwezîrê berê yê Îraqê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Yasayê Nûrî Malîkî re civiya.

“Ez bi vê serdanê geşbîn im”

Malikî piştî civînê ji rojnamegeran re axivî û wiha got:

“Birayê hêja Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê serdana me kir û mijarine girîng bi xwe re anîbûn û îradeyeke bihêz bi xwe rakiribû ji bo dîtina çareseriyan ji pirsgirêk û aloziyan re.

Pêwîstiya vê yekê jî bi hewayeke taybet heye.

Pêştir jî peywendî di navbera me û Herêma Kurdistanê de hebû, me têbîniyên girîng wergirtin, girêdayî destûr û cîbicîkirina wî, û doza dadgeha federalî, û doza hilbijartinan, û biryarên dawî yên komisyonê.

Înşala ev jî wê destpêk be ji bo dîtina çareseriyan ji pirsgirêkan re ku pêştir me nikarîbû em çareseriyan ji wan re bibînin.

Ez bi vê serdanê geşbîn im, ji ber ku ew bi xwe re vîna çareseriyê û bipêşxistina peywendiyan radike. Em dê ji vê serdanê dest pê bikin ji bo hevdîtinên firehtir.”

Hilbijartinên Herêma Kurdistanê

Malikî pirsa “Bi dîtina we dê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bên kirin?” wiha bersivand:

“Duh hevdîtineke hevahengiya rêvebirina dewletê hebû û birêz Nêçîrvan bi hemû hêzên siyasî re tê de amade bû.

Derbarê serdana serokwezîr a Amerîkayê û serdana Serokkomarê Tirkiyeyê ya Îraqê de hinek gotûbêjên siysî çêbûn.

Me derbarê hilbijartinan de gotûbêjên hûr nekirin lê ji bo gotûbêja vê mijarê bi aliyê Herêma Kurdistanê re komîteyek heye.

“Êrişên li Herêma Kurdistanê”

Malikî herwiha bersiva pirsa êrişên li Herêma Kurdistanê da û wiha pê de çû, “Em razî nabin ku ti dewletek ti cihekî axa Îraqê armanc bigire.”

Bipaşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê

Li ser hilbijartinên Herêma Kurdistanê Malikî wiha got:

“Rêveriya dewletê mijara bipaşxistina hilbijartinên Herêma Kurdistanê gotûbêj nekiriye.

Lê me bihîst ku biryarek ji aliyê Serokatiya Herêma Kurdistanê ve hatiye derxistin, ji bo paşxistina hilbijartinan heta meha 10an.

Komisyon kar dike wekî ku hilbijartin di 10ê meha 6an de bên kirin. Ev jî mijareke teknîkî ye, girêdayî helwesta Herêma Kurdistanê ye.

Herêma Kurdistanê dema guncav ji bo hilbijartinan diyar dike û li gorî wê yekê komisyon dê amadekariyên xwe bike.”

Mûçeyên karmednên Herêma Kurdistanê

Nûrî Malikî derbarê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û biryara Dadgeha Bilind a Federalî de wiha anî ziman:

“Bi îzna Xwedê dê dayîna mûçeyên karmendan berdewam bike.

We ev meha borî dît, mûçeyê karmendan hat dayîn. Çareserî dê rast û xwezayî be.

Çareserkirina pirsgirêkê ne zehmet e.

Dema îrade, hevkarî û pabendbûna destûrê hebe her pirsgirêk bi hêsanî çareser dibe.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst