Nêçîrvan Barzanî û Faîq Zêdan civiyan

28-04-2024
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Faîq Zêdan Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li Bexdayê bi Serokê Encumena Bilind a Dadwerî ya Îraqê Faîq Zêdan re civiya.

Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku di civînê de pêvajoya siyasî û pêşhatên dawî yên Îraqê hatin gotûbêjkirin.

Herwiha hewl û gotûbêjên ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbera Hikûmeta Îraqa Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser bingehê destûrê hat gotûbêjkirin.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat wiha hat gotin:

“Her du aliyan tekezî li ser girîngiya hevkarî û hevahengiya zêdetir di navbera desthilata dadweriya Îraqê û Herêma Kurdistanê kir.

Her du aliyan dupat jî kir ku dadweriya Herêma Kurdistanê ji derfet û şiyanên desthilata dadweriya Îraqê sûd wergirin û wan tekeziyê li ser parastina aştî û aramiya siyasî li welat kir.”

Serok Nêçîrvan Barzanî spasiya hewl û rola erênî ya Dr. Faîq Zêdan a ji bo çareserkirina pirsgirêkên Îraqê kir û serkeftin jê re xwest.

Serxwebûna desthilata dadwerî, parastina mafên hemû pêkhateyên Îraqê û çendîn mijarên din ên xwedî girîngiya hevbeş di civînê de hatin gotûbêjkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst