Mîsal Alûsî: 7 serkirde ji bo Bexdayê namzed in

28-10-2025
Hewar Ebdulrezaq
Nîşan Parlamentoya Îraqê Hilbijartin Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parlamenterê berê yê Îraqê Mîsal Alûsî ragihand, namzedbûna piraniya serokên partiyan a li Bexdayê, ji ber "sedemên mezhebî" ye û "hewleke ji bo parçekirina paytext û paşê jî welêt e".

Hilbijartinên Parlamentoya Îraqê dê 11ê Çiriya Paşîn werin kirin.

Siyasetmedarê serbixwe û Parlamenterê berê yê Îraqê Mîsal Alûsî bû mêvanê Rûdawê û pirsên li ser hilbijartinên Parlamentoya Îraqê bersivandin.

Li gorî agahiyan, 7 serkirdeyên partî û hevpeymaniyên siyasî ji bo hilbijartinên Parlamentoya Îraqê li Bexdayê di rêza yekem de ne û şerekî dijwar li ser 69 kursiyên paytextê heye.

Pênc ji wan namzedan ne xelkê Bexdayê ne û her duyên din jî, her çend li Bexdayê ji dayîk bûbin jî, bi eslê xwe ji parêzgehên din in.

Serkirdeyên siyasî yên ku ji bo bidestxistina dengên herî zêde li Bexdayê namzed in ev in:

Nûrî Malîkî: Serokwezîrê berê û Serokê Hevpeymaniya Dewleta Qanûnê, xelkê navçeya Hindiyê ya parêzgeha Kerbelayê ye.

Mihemed Helbûsî: Serokê berê yê Parlamentoyê û Serokê Partiya Teqedumê, xelkê parêzgeha Enbarê ye.

Mihemed Şiya Sûdanî: Serokwezîrê niha û Serokê Hevpeymaniya Avakirin û Bipêşketinê, li Bexdayê ji dayîk bûye lê bi eslê xwe xelkê parêzgeha Meysanê ye.

Mehmûd Meşhedanî: Serokê niha yê Parlamentoyê û Serokê Hevpeymaniya Serwerî û Înîsiyatîfê.

Mehmûd Qeysî: Serokê lîsteya Hevpeymaniya Ezmê, xelkê parêzgeha Enbarê ye.

Neîm Ebûdî: Wezîrê niha yê Xwendina Bilind û Serokê Fraksiyona Sadiqûnê (Esaîb Ehl el-Heq), xelkê parêzgeha Zîqarê ye.

Muhsîn Mendelawî: Cîgirê niha yê Serokê Parlamentoyê û Serokê Hevpeymaniya Esasê, xelkê Mendeliyê.

Siyasetmedar Mîsal Alûsî sedema vê yekê wiha rave kir:

"Bexda nêzîkî 9 milyon niştecihên wê hene û 69 kursiyên wê di Parlamentoyê de hene.

Ev yek garantî dike ku biryarên Parlamentoyê dê werin kontrolkirin.

Ev serkirdeyên siyasî yên ku gotara mezhebî bi kar tînin, bawer dikin ku ew dê li Bexdayê serkeftineke mezin bi dest bixin.

Heke serokên van fraksiyonan serkeftina xwe li herêmên xwe yên resen garantî dikin, çima li ser kursiyên Bexdayê şer dikin?"

Alûsî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re anî ziman:

"Tiştê herî metirsîdar bilindbûna gotara mezhebî di bangeşeya hilbijartinan de ye.

Em eşkere dibihîzin ku hinek dibêjin desthilatdarî ya Şîeyan e û ne mimkun e ku Suniyek li Îraqê bibe desthilatdar.

Li hemberî vê yekê, serkirdeyên Sunî jî Îraq û Bexdayê li ser deverên Sunî û Şîe dabeş dikin."

Mîsal Alûsî di dawiyê de got:

"Heger rewş wisa be, çima ew behsa demokrasiyê dikin û bi milyonan Îraqiyan dibin ser sindoqan ku diyar bikin ka kî dê bibe desthilatdar?

Ya herî xirab jî ew e ku Îran eşkere dibêje ew dê piştî ragihandina encaman hikûmeta dahatû ya Îraqê ava bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst