Nêçîrvan Barzanî ji bo hilbijartina Desteya Serokatiya Parlamentoya Îraqê peyamek belav kir

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Parlamentoya Îraqê Hilbijartin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Desteya nû ya Serokatiya Parlamentoya Îraqê kir û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe ya ji bo Serokê Parlamentoya Îraqê Heybet Helbûsî de got:

"Hilbijartina wî ya ji bo vê posta bilind û baweriya endamên Parlamentoyê ya bi wî, di qonaxeke hestyar a dîroka welêt de berpirsyariyeke mezin a niştimanî dixe stûyê wî."

Serokê Herêma Kurdistanê hêvî kir ku hilbijartina Helbûsî bibe sedema xurtkirina karê parlamentoyê yê avaker, parastina destûrê û çespandina ruhê bihevrejiyan, diyalog û lihevtêgihîştina di navbera hemû alî û pêkhateyan de.

Barzanî her wiha xwest ku ev gav xizmeta berjewendiya bilind a Îraqê bike û aramiya navbera hemûyan xurttir bike.

Pîrozbahiya li Ednan Feyhan û Ferhad Etrûşî

Nêçîrvan Barzanî pîrozbahî li Ednan Feyhan jî kir ku wekî Alîkarê Serokê Parlamentoya Îraqê hat hilbijartin û got:

"Baweriya endamên parlamentoyê erk û berpirsyariyeke girîng dixe stûyê wî da ku di Desteya Serokatiyê de roleke çalak di xurtkirina rola yasadanîn û çavdêriyê de bilîze."

Serokê Herêma Kurdistanê pîrozbahî li Alîkarê Duyem ê Serokê Parlamentoya Îraqê Ferhad Etrûşî jî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Barzanî di peyama xwe ya ji bo Etrûşî de anî ziman:

"Em hêvîdar in ku ew rola xwe di Desteya Serokatiyê û birêveçûna pêvajoya yasadanînê de bi awayekî ku xizmeta hemû pêkhateyên Îraqê bike bi cih bîne.

Em li bendê ne ku hebûna wî di wê postê de bibe teşwîqker ji bo xurtkirina rihê hevkariyê ya di navbera fraksiyonên cuda de."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst