Şamê Bendera Laziqiyeyê heta 30 salî da şirketa Fransayê

02-05-2025
RÛDAW
Nîşan Sûriye Fransa Bendera Laziqiyeyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebiriya Giştî ya Benderên Bejahî û Deryayî ya Sûriyeyê, ji bo birêvebirin û xebitandina termînala kontêyneran a li Bendera Laziqiyeyê, peymanek bi şirketa Fransî CMA CGMyê re îmze kir.

Peyman li Koşka Serokomariyê ya li Şamê bi amadebûna Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer hat îmzekirin.

Birêvebirê Têkiliyan ê Birêvebiriya Giştî ya Benderên Bejahî û Deryayî Mazen Elûş derbarê mijarê ji ajansa fermî ya Sûriyeyê SANAyê re axivî.

Elûş got, "Dema peymanê ji bo pêkanîna kêrhatina aborî û gihîştina armancên bipêşketinê yên xwestî, di qada navneteweyî de dema pejirandî 30 sal e."

Elûş eşkere kir ku şirketa Fransî, di sala yekem de dê 30 milyon euro veberhênanê bike û ev pere dê ji bo bipêşvebirina binesaziyê û sersaziyê, lênêrîna ekîpman û îskeleyan were bikaranîn.

Elûş da zanîn ku bi vê peymanê birêvebirin û xebitandina termînala kontêyneran dê ji şirketa Fransî re were dayîn, lê dewlet mafê çavdêrî û nirxandinê diparêze û hemû mafên serweriya neteweyî bi temamî tên parastin.

Elûş got ku peyman di bin hukmên qanûna veberhênana Sûriyeyê de ye û di rewşa nakokiyê de mirov dikare serî li rêya navbeynkariyê ya li Odeya Bazirganiya Navneteweyî ya Londonê bide.

Ev jî nîşana baweriya navneteweyî ye û îtîbara peymanê ya hiqûqî zêde dike.

Rayedarê Sûriyeyî her wiha diyar kir ku "mekanîzmayeke bipêşketî ya belavkirina qezencê hatiye bikaranîn û dema qeware û hejmara kontêyneran zêde bibe, para dewletê ya ji dahatê jî dê zêde bibe."

Li gorî peymanê, li beramberî para bi rêjeya ji sedî 30 ya di şirketa xebitandinê de, para dewletê ji astekê dest pê dike û qonax bi qonax dê heta ji sedî 70 bilind bibe.

Li aliyê din, hemû mesrefên xebitandinê dê ji aliyê şirketê ve bên dayîn.

Bendera Laziqiyeyê, wekî deriyekî deryayî ya bazirganiyê ya herî girîng a Sûriyeyê tê dîtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst