Hîlalî: Li Sûriyeyê yekane zimanê fermî Erebî ye

1 demjimêr berê
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Sûriye Kurdî Erebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Ehmed Hîlaliyê Berdevkê tîma Serokatiya Sûriyeyê ya ku çavdêriya pêvajoya entegrasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û Artêşa Sûriyeyê dike, got ku li Sûriyeyê yekane zimanê fermî Erebî ye.

Berdevkê tîma Serokatiya Sûriyeyê Ehmed Hîlalî diyar kir ku li gorî destûra niha ya Sûriyeyê, zimanê Erebî yekane zimanê fermî yê dewletê ye.

Wî ji nûçegihana Rûdawê Solîn Mihemed Emînê re got:

"Li gorî biryarnameya 13an, zimanê Kurdî wekî zimanekî niştimanî tê dîtin.

Destûr tê dayîn ku li wan deverên ku Kurd li wan pir in, li dibistanên fermî û taybet wekî dersên vebijêrkî yan çalakiyên çandî bê xwendin."

Hîlalî her wiha destnîşan kir ku zimanê Erebî di destûr û yasayên Sûriyeyê de stûneke bingehîn e û di kar û barên fermî de bikaranîna zimanên din tê qedexekirin.

Wî got ku parastina zimanê Erebî û qedexekirina zimanên din a di saziyên fermî de, “parçeyek ji serweriya dewletê ye” û anî zimên:

"Ev yasa niha di meriyetê de ne û tenê bi rêya guhertinên destûrî û yasayî yên ku di Parlamentoya Sûriyeyê de bên kirin, mumkin e werin guhertin."

Aloziya li Hisîçayê

Doh li Hişîçaya Rojavayê Kurdistanê tabeleya bi Kurdî û Erebî ya li ser Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê rakirin û tabeleya bi Erebî û Îngilîzî danîn.

Gelê Hisîçayê (Hesekê) ev yek qebûl nekir û tabelaya bi Erebî û Îngilîzî rakir û avêt erdê.

Parêzgarê Hisîçayê Nûredîn Ehmed ji Rûdawê ragihand ku aloziyên li Koşka Dadweriyê ya Hisîçayê bi dawî bûne.

Nûredîn Ehmed diyar kir ku ji niha û pê ve li wan deverên ku piraniya wan Kurd in, dê zimanê Kurdî li ser tabelayan were zêdekirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst