Hewlêr (Rûdaw) - Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê dest bi ser çend barên çekan de girtine ku hewl dihat dayîn ji Hizbulaha Libnanê re bên şandin.
Fermandarê Fermandariya Navendî ya Hêzên Amerîkayê (CENTCOM) Brad Cooper di daxuyaniyekê de got:
"Em pîrozbahiyê li hêzên ewlehiyê yên Sûriyeyê dikin ku dest bi ser çend barên çekan de girtine.
Armanca wan çekan ew bû ku ji Hizbulaha Libnanê re bên şandin."
Fermandarê Amerîkî her wiha diyar kir û got:
"Berjewendiyên hevbeş ên Amerîka û hevkarên me yên herêmî di mijara piştrastbûna ji bêçekkirina Hizbulaha Libnanê û parastina aştî û aramiya li seranserî Rojhilata Navîn de hene."
Di heman demê de, Fermandarê artêşa Libnanê Îmad Rudolf Heykel li gundê Yerzeyê yê li bakurrojhilatê Beyrûtê şandeyeke balyoz û nûnerên 15 welatên endamên Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî pêşwazî kirin û wan behsa hewldanên Libnanê yên ji bo bêçekkirina Hizbulahê û parastina aramiya wî welatî kir.
Meha Çiriya Pêşîn, CENTCOMê di daxuyaniyekê de amaje bi wê yekê kiribû ku di civîna li Naqûreya başûrê Libnanê de, behsa pêvajoya berdewam a bêçekkirinê hat kirin ku artêşa Libnanê bi rê ve dibe.
Her wiha hatibû diyarkirin ku artêşa Libnanê sala borî di jinavbirina nêzîkî 10 hezar guleyên topan, nêzîkî 400 mûşek û zêdetirî 205 hezar parçe teqemeniyên neteqiyayî de serkeftî bûye.
Brad Cooper wê demê ragihandibû:
"Hevkarên me yên Libnanî berdewam in li ser serperiştiya hewldanên ji bo piştrastbûna ji serkeftina pêvajoya bêçekkirina Hizbulahê.
Em pêbendî piştgiriya hewldanên artêşa Libnanê ne ku bênavber ji bo bihêzkirina ewlehiya herêmê kar dike."
Li aliyê din, roja Yekşemê Desteya Weşanê ya Îsraîlê belav kir ku Îsraîlê bi rêya Amerîkayê "hişyarî" daye hikûmeta Libnanê.
Li gorî nûçeyê, Îsraîlê gotiye, "Eger artêşa Libnanê gavên bi bandor ji bo bêçekkirina Hizbulahê yan sînordarkirina çalakiyên wê neavêje, ew dê xeleka operasyonên xwe yên leşkerî yên li nav axa Libnanê berfirehtir bike."
Desteyê amaje bi wê yekê jî kir, Îsraîlê di peyama xwe de tekez kiriye ku "ew amade ye xeleka êrişên xwe ber bi hinek deveran ku berê xwe ji armanckirina wan dûr digirt berfirehtir bike."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse