Hewlêr (Rûdaw) - Du roj ji bo hatina meha Remezanê man û li bajarê Helebê yê Sûriyeyê welatî di nav tirs û fikaran de ne.
Welatî ditirsin ku bazirgan û dikandar kel û pelan biha bikin, di demekê de ku ew dibêjin rewşa wan a aborî xirab e.
Aborînasekî Sûriyeyî jî dibêje, ji bo malbateke 5 kesî tenê bijî pêwîstiya wê mehane bi 300 dolaran heye.
"Barê xelkê giran dibe"
Pisporê Aboriyê yê Zanîngeha Helebê Dr. Ebdulhemîd Sebax got:
“Dema em behsa meha Remezanê dikin, wate em behsa pêdiviyên zêdetir ên vê mehê dikin.
Lê ji ber kêmbûna dahatê û zêdekirina bihayan barê serokê malbatê girantir dibe.
Xelk berî Remezanê bi çend rojan pêdiviyan dikirin ku ev yek dibe sedema zêdekirina bihayan.”
Beşek ji aborînasan dibêjin di nav salekê de piştî ketina desthilata Beşar Esad rewşa aborî hinekî baş bûye lê beşekî din dibêjin hîn zû ye ku behsa başbûna aboriya Sûriyeyê bikin.
"Dahat têra xerciyan nake"
Dr. Ebdulhemîd Sebax anî ziman, “Niha Sûriye di destpêka başbûna aborî de ye, qonaxeke demdirêj divê heta dahat û xercî nêzîkî hev bibin.
Divê dahata sektora giştî zêde bibe heta rewşa welatiyan baş bibe."
Sebax destnîşan kir ku niha bi giştî dahata welatiyekî Sûriyeyî zêdetirî milyonek lîreyî derbas nake û lewra divê di Remezanê de hikûmet çavdêriyeke tund a bazaran bike.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî ji sedî 90ê xelkê Sûriyeyê di bin hêla hejariyê de dijîn.
Aborînasê Sûriyeyî Atif Ezam jî dibêje, li Sûriyeyê di meha Remezanê de bihayê pêdiviyan ji sedî 15 zêde dibe, wate fitara her malbateke 5 kesî 100 hezar lîreyên Sûriyeyê derbas dike.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse