Hewlêr (Rûdaw) - Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî tevlîkirina HSDyê ya nav saziyên Sûriyeyê gotûbêj kir
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Esed Şeybanî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê yê Karû û Barên Sûriyeyê Tom Barrack li Şama paytexta Sûriyeyê civiyan.
Wezîreta Karên Derve yê Sûriyeyê li ser hevdîtinê daxuyanî da.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê de hat diyarkirin ku civîna Şeybanî û Barrack "avaker û berfireh" bûye.
Li gorî daxuyaniyê di civînê de gelek dosyayên stratejîk hatin gotûbêjkirin û "Ev dosye dê bibin bingeha qonaxeke nû ya hevkariya di navbera her du welatan de.”
Tevlîkirina HSDyê
Her du aliyan tekezî li ser pêbendbûna mitleq a bi yekparçeyiya axa Sûriyeyê û serweriya dewletê ya li ser hemû cografyaya wê kir.
Her wiha wan gavên pratîkî yên ku di dosyaya tevlîkirina Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ya nav saziyên dewleta Sûriyeyê de hatine avêtin nirxandin.
Têkoşîna li dijî DAIŞê û çekên kîmyewî
Di civînê de qala destpêkirina karên komîteya navneteweyî ya bi serkêşiya Sûriyeyê hat kirin.
Li gorî daxuyaniyê armanca vê komîteyê ew e ku “di dosyaya jiholêrakirina çekên kîmyewî de di bin çavdêriya tam a niştimanî de şefafiyetê misoger bike.”
Her wiha qala girîngiya piştgiriya Sûriyeyê di têkoşîna li dijî DAIŞê de hat kirin.
Wan amaje pê kir ku divê rola Sûriyeyê ya wekî hevkareke serekî di ewlehiya herêmî de were çalakkirin.
Şirketên Amerîkayê û vekirina balyozxaneyê
Thomas Barrack piştrast kir ku şirketên mezin ên Amerîkayê dixwazin beşdarî vejîna aboriya Sûriyeyê bibin.
Barrack diyar kir ku “şirketên Amerîkayê bi taybetî dixwazin di sektora petrol û enerjiyê de veberhênanan bikin û asoyên veberhênanê li pêşiya pisporên navneteweyî vekin.”
Di dawiyê de her du aliyan qala amadekariyên lojîstîk û siyasî yên pêwîst kirin da ku Balyozxaneya Sûriyeyê ya li Washingtonê ji nû ve bê vekirin.
Hat ragihandin ku “ev gav dê berjewendiyên her du gelan biparêze û kanalên fermî yên di navbera her du welatan de xurt bike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse