Li Dêrezorê bombeyek teqiya: 4 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn

07-06-2025
RÛDAW
Nîşan Dêrezor Teqîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Dêrezorê di encama teqîna bombeyekê de 4 karmendên asayîşê birîndar bûn.

Li bajarokê Bexîliyeyê rojavayê bajarê Dêrezorê 4 endamên Hêzên Asayîşa Navxwe ya Sûriyeyê di encama teqîna bombeyeke ku bi otomobîla wan ve hatibû zeliqandin, birîndar bûn.

Li gorî medyaya Sûriyeyê dema ku karmendan hewl dida bombeyê ji nav bibin teqiyaye.

Xelkê 4 karmendên asayîşê birin nexweşxaneyê.

Dawiya meha Gulanê jî Birêvebirê Asayîşê yê navçeya El-Bukemalê yê Dêrezorê Mistefa Elî ragihandibû ku 3 karmendên wan di encama şewitîna baregeheke ewlehiyê de mirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst