Şeybanî: Îsraîlê hezar û 500 caran êrişî Sûriyeyê kiriye

22 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Eshed Şeybanî Sûriye Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî ragihand ku Îsraîlê hezar û 500 caran êrişî Sûriyeyê kiriye

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî li Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê li ser rewşa welatê xwe axivî û ragihand ku Sûriye di qonaxeke tijî astengî de ye.

Eshed Şeybanî Îsraîl tohmetbar kir ku ji 8ê Kanûna Pêşîna 2024an ve zêdetirî hezar û 500 caran êrişî axa Sûriyeyê kiriye.

“Çek tenê dê di destê dewletê de be”

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê di gotara xwe de amaje bi wê yekê kir ku sala borî tevî destkeftiyan ne saleke bêkêşe bû û got:

"Me kar kir ji bo ku em binesaziya dewletê ji nû ve ava bikin û baweriya di navbera hikûmet û gel de careke din ava bikin."

Bi gotina Eshed Şeybanî rejîma berê 14 salan rewşa parçebûnê ferz kiribû lê piştî serkeftina wan, fikra ku çek tenê di destê dewletê de be hat bicihkirin.

Welatekî westiyayî û civakeke perçebûyî

Şeybanî behsa rewşa navxweyî ya Sûriyeyê kir û got, “Em li welatekî dijîn ku ji ber şer û birêvebirina xerab a rejîma berê westiyaye.

Civaka Sûriyeyê di navbera hundir û derve de parçe bûye, em rûbirûyê zehmetiya mirovî û hilweşîna binesaziyê bûne."

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê tekez kir ku hêza wan a serekî gelê Sûriyeyê ye û anî zimên:

"Me pişta xwe bi gelekî girê daye ku xwedî îrade û hêviyên mezin e. Me sûd ji ezmûnên cuda yên herêmê wergirtiye, çi yên serkeftî bin û çi jî yên ku bi ser neketibin."

Berpirsyariya li hemberî Siwêdayê

Şeybanî li ser rewşa navçeyên cuda ragihand ku dewleta Sûriyeyê xwe ji berpirsyariya li hemberî bûyerên li Siwêda û herêmên din venekişandiye û bi gotina wî berjewendiya niştimanî û ya gel her tim li ser hemû tiştan re bûye.

Her wiha wî curbicuriya Sûriyeyê wekî çavkaniya hêzê bi nav kir û got:

"Me li ser berjewendiya bilind li hev kirine ku ya herî girîng yekparçeyiya axa Sûriyeyê û selametiya wê ye.

Karên me di bin sîwana yasayê de ne û vê yekê jî pêwîstî bi çandeke siyasî ya nû heye."

Êrişên Îsraîlê

Hinek gotinên Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê taybet derbarê aloziyên bi Îsraîlê re bûn.

Şeybanî eşkere kir ku Sûriyeyî ji ber kiryarên Îsraîlê zehmetiyan dibîne û got:

"Sûriyeyê ji 8ê Kanûna Pêşîna 2024an ve, zêdetirî 1000 caran ji asman ve hatiye hedefgirtin.

Ji bilî vê, Îsraîlê axeke nû li başûrê Sûriyeyê dagir kiriye, xelk girtine û zêdetirî 500 êrişên bejahî pêk anîne."

Şeybanî rave kir ku Sûriyeyê siyaseteke "realîst" li hemberî Îsraîlê girtiye ber û dixwaze bala xwe bide ser avedankirin û bipêşketinê.

Bi gotina Şeybanî, "Ev ne li gorî dilê Îsraîlê ye, çimkî ew welat her tim li herêmê li pey nakokiyên duyemîn digere."

Mercên danûstandinê û paşeroja Sûriyeyê

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê li ser dan û standinan tekez kir ku ew hîn negihiştine wê astê ku ew "emrî waqîaya" Îsraîlê li başûr pêk aniye qebûl bikin û got:

"Dawiya her dan û standinekê divê vekişîna Îsraîlê ji wan navçeyên be ku piştî 8ê Kanûna Pêşîn dagir kirine û her wiha divê destwerdan û binpêkirina serweriya Sûriyeyê raweste."

Şeybanî her wiha dubare kir ku ew rijd in li ser avakirina "Sûriyeyeke nû" ku amade ye bi hemû aliyan re hevkarî û kar bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst