Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Eshed Şeybanî ragihand ku ew ji bo vekirina konsulxaneya li Dîlokê dixebitin.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê Şeybanî di daxuyaniyeke nivîskî de diyar kir ku sala 2026an dê bibe "sala nûnertiyên nû yên Sûriyeyê yên li derve û sala avakirina saziyan a li seranserê cîhanê."
Reformên di warê dîplomasiyê de
Şeybanî anî zimên ku Wezareta Karên Derve planeke berfireh pejirandiye da ku reformên îdarî û peydakirina kadroyên pispor esas digire.
Wezîrê Karên Derve yê Sûriyeyê eşkere kir ku di vê çarçoveyê de ji bo vekirina konsulxaneyên li Dîlokê û bajarê Ciddeyê yê Erebistana Siûdî xebat didomin.
Eshed Şeybanî her wiha bal kişand ser rûmeta welatiyên Sûriyeyî yên li derveyî welat dijîn û destnîşan kir ku xizmeta ji bo wan welatiyan tê pêşkêşkirin "parçeyeke serweriya niştimanî ye ku ji welêt naqete."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse