Neteweyên Yekbûyî: 19 milyon Sûriyeyî hewceyî alîkariyên mirovî ne

09-09-2025
RÛDAW
Nîşan Adam Abdelmoula Neteweyên Yekbûyî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Koordînatorê Karûbarên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyeyê Adam Abdelmoula ragihand ku nêzîkî 19 milyon Sûriyeyî pêwîstî bi alîkariyên mirovî heye.

Adam Abdelmoula bi boneya bidawîhatina dema karê xwe civîneke rojnamegerî li dar xist.

Wî diyar kir ku li Sûriyeyê nêzîkî 16,5 milyon kesî pêwîstî bi alîkariyên mirovî heye û li gel wan jî 2,5 milyon koçberên vegeriyayî hene ku piraniya malên wan wêran bûne.

Abdelmoula da zanîn ku Sûriye hîn jî ji krîza koçberiyê diêşe û got, "Zêdetirî 6 milyon Sûriyeyî li nav welêt koçber in û zêdetirî 6 milyon penaber jî li seranserê cîhanê ne."

"Fînansekirin têrê nake"

Koordînatorê Neteweyên Yekbûyî bal kişand ser wê yekê ku nêzîkî ji sedî 24 ji xaniyan li Sûriyeyê zerer dîtine yan jî hilweşiyane lê tevî vê rewşa zehmet, fînansekirina ku ji bo alîkariyê tê dayîn gelekî kêm e.

Berpirsê Neteweyên Yekbûyî got, "Heta niha, plana mirovî ya sala 2025an tenê ji sedî 14 ji 3,2 milyar dolarên pêwîst wergirtiye."

Abdelmoula di dawiya axaftina xwe de bi bîr anî û got, "Ez cara yekem sala 2012an wekî Koordînatorê Niştecî hatim Sûriyeyê û ew serdemeke dijwar bû.

Wê demê min biryar da ku hemû çalakiyên bipêşxistinê rawestînim da ku rejîma berê jê sûdê wernegire û bi awayekî siyasî neyê bikaranîn."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst