Hewlêr (Rûdaw) - Hotêla Erman a 5 stêrk li Helebê hat vekirin. Di şerê navxwe yê Sûriyê de rûbirûyê zerarên zêde bibû. Piştî artêşa hikûmetê dawiya 2016ê bajarê Helebê bi giştî ji dest grûpên çekdar derxist, dest bi nûjenkirina vê hotêlê hat kirin.
Rêveberê Hotêla Erman Minîb Kerezon dibêje “Dema dorpêç li ser Helebê hatibû sepandin, ev hotêl di çeperê şer de bû, piştre bi awayekî modern li gor xwastekên geştiyariya cihanî hat nûjenkirin. Derbarê cihên rehetiyê de, li ba me melevangehek û holeke modern a werzişê heye. Me derfetên kar bo 500 ciwanan dabîn kirine, herwiha bo birîndarên şer jî me derfetên kar dabîn kirine, ji 6 mehan ve rahênanê dikin.”
Hotêla Erman beşeke ji grûpa Erman ageştûguzariye, ku ji mezintirîn hotêlên Helebê tê nasandin. Pêşwaziyê li geştyarên navxwe û derve dike, bi hemû kereste, amûr û alavên modern ên xweşiyê hatiye berhevkirin, raxistin û xemilandin.
Şef Mehmûd Firenciye got Ev cara duyem e ez ji Dubey têm wek şêwirmend bo pêşkêşkirina xwarinên nû li Sûriye. Ev hotêl 5 xwaringehan li xwe digire: Mamûniye: Bi dirêjahiya rojê. Qidûd: Hemû xwarinên Helebî bi awayekî modern pêşkêş dike. Esatîr: Xwarin û nergîle ye, li gel qehwexane û hola ahengêranê ku 400 kesan vedihewîne û melevangehekê.”
Hotêla Erman li taxa Hemdaniyê li nav bajarê Helebê li ser rûberê 5 hezar û 7 metreyên duca hatiye avakirin, ji 7 qatan pêk tê, 150 odeyên razanê li xwe digire. Li Helebê ji xeynî hotêla Erman 30 hotêlên din ên 5 stêrk li gel 200 hezar hotêlên 3 stêrk, motêl, şuqe, seyrangehên geştyarî hene.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse