Jin û zarok ji pêgeha herî dawî ya DAIŞê direvin

13-02-2019
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Piraniya wan jin û zarokên biyanî ne
Piraniya wan jin û zarokên biyanî ne
Nîşan Rûdawa Rojava Jin Zarok Dêra Zor Baxoz Rev
A+ A-

Dêra Zor (Rûdaw) - Dewleta Îslamî bi dû xwe ve dihêlin û derdikevin, rêya derketina welatiyan ji navçeyên bin destê DAIŞê vebûye.

 

Piraniya wan jin û zarokên biyanî ne, hevjînê wan jî çekdar bûn û hatine kuştin. Jineke Ukranî bi zehmetî xwe gihandiye navçeyeke aram, bi Rûsî diaxive, heyirî maye, nizane dê li vî welatê xerîb çê bike.

 

Hevjîna çekdarekî DAIŞê ya ji Ukranyayê ji Rûdawê re ragihand: “Pir ecêb li Baxozê didin, ez gelek ditirsim, ji çarenivîsa zarokên xwe ditirsim, dixwazim biçim welatê xwe. Lewma ez reviyam. Li ser zarokên xwe ditirsim.”

 

Tevî ku ji sînorê DAIŞê derketine lê razî nabin serçavê xwe vekin. Ew xwedî bîr û baweriyên Îslamî ne. Di nav wan de, malbateke Mexribî tê dîtin, daxwaz ji hikûmeta welatê xwe dike bi hewara wê ve were.”

 

Welatiya Mexrîbî Kinza Bade dibêje: “Min nizanîbû ez hatime kuderê. Min tiştekî nizanîbû. Carekê ez ji wan reviyam, lê min vegerandin û nehiştin ez vegerim welatê xwe. Em ji hikûmeta Mexrîbê dixwazin ku me vegerîne welat.”

 

Di vê qerbalexê de, zarokan qurbaniya herî zêde dane, dayîkên wan li gor şerîata DAIŞê bi endamên wê rêxistinê re hatine zewicandin û bavê wan ji bo çûna bihiştê, xwe bi kuştin dane.

 

Kurê çekdarekî DAIŞê yê bi navê Ebdirehman Helebê dibêje: “Dibistan tine ye, tenê zarokên bê dayîk û bav qeyd dikin, tenê pirtûka eqîde û sîreta nebî bi me didin xwendin.”

 

Dûman ji Baxozê hildikişe, şerê kolan bi kolan li du taxên wî bajarokî berdewam e, şervanan jî ew navçe dorpêç kirin û çavdêriya her êrîşekê  dikin ku ji aliyê endamên wê rêxistinê were encamdan.

 

Şervanekî HSDê yê ji Kobanê Sibhî Henûş diyar kir: “Em li gundê Baxozê ne, firoke li wan dixe û dema çete têne cem me, em li wan dixin, niha 4 cenaze li pêş me li erdê ne.”

 

Bi vî awayî rojên dawî ji temenê dewleta Îslamî derbas dibin, ku bi  dawîbûne vî şerî û bi kontrolkirina vê derê, hevsengiya siyasî û serbazî him li Sûriyê û him li Rojavayê Kurdistanê tê guhertin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst