MÊRDÎN - Ji her 4 jinan yek di temenê zarokatiyê de tê zewicandin

30-09-2025
RÛDAW
Nîşan Mêrdîn SAMER Zewac Jin Zarok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li gorî lêkolîna SAMERê li Mêrdînê ji her 4 jinan yek di temenê zarokatiyê de tê zewicandin û ji her 10 jinan yek jî neçar dimîne ku di temenê zarokatiyê de bibe dayik.

Rapora Navenda Lêkolînên Qadê ya Sosyopolîtîk (SAMER) nîşan dide ku xebatên şaredariyan ên ji bo jinan ji aliyê xelkê ve "kêm" tên dîtin.

Rapora SAMERê bi pêşengiya Yekîtiya Şaredariyên Başûrrojhilatê Anadoluyê (GABB) û ji aliyê Şaredariya Artukluyê û Şaredariya Nisêbînê yên DEM Partiyê ve li ser tundiya li hemberî jinan û rêbazên têkoşînê hatiye amadekirin.

Rapor bi civîneke çapemeniyê hat parvekirin.

Hevseroka Şaredariya Nisêbînê Gulbîn Şahîn Daghanê diyar kir ku ev xebateke pêwîst bû û got:

“Bi hatina qeyûman re jiyana jinan hatiye paşguhkirin. Me hewl da ku em xebatekê bikin da ku em zanibin em dikarin çi ji bo jiyana jinan bikin."

Hevseroka Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîrê ya ku li şûna wê qeyûm hatiye danîn jî got, "Ji bo ku em fêm bikin pirsgirêk ji kû derê derdikeve û çareseriyê bibînin, me ev xebat kir.

Ji ber vê yekê ev xebat ji bo me gelekî girîng e."

Jin di temenê zarokatiyê de tê zewicandin

Koordînatora SAMERê Yuksel Gençê jî daneyên xebatê parve kirin.

Yuksel Gençê da zanîn ku wan li navçeyên Nisêbîn, Qoser û Artukluyê li 46 taxan bi 2 hezar û 967 jinan re hevdîtin pêk anîne û armanca wan derxistina nexşeya tundiyê bûye.

Li gorî daneyên ku Yuksel Gençê eşkere kirin:

  • Li Artukluyê: Ji sedî 4,5ê zewacan di navbera 9-14 salî de ne. Ji sedî 26,9ê zarokên ku tên zewicandin, zaroka xwe ya yekem di navbera 14-18 saliyê de tînin dinyayê.
  • Li Nisêbînê: Ji sedî 7ê zewacan di navbera 10-14 salî de ne. Ji sedî 27,3yê wan, zaroka xwe ya yekem di navbera 14-18 saliyê de tînin dinyayê.
  • Li Qoserê: Ji sedî 2,7ê zewacan di bin 15 saliyê de ne. Ji sedî 9,2yê wan, zaroka xwe ya yekem di navbera 14-18 saliyê de tînin dinyayê.

Ji 10 zarokan yek neçarî zarokanînê tê hiştin

Di lêkolînê de hat destnîşankirin ku li her sê navçeyan ji her 4 jinan herî kêm yek di temenê zarokatiyê de tê zewicandin û ji her 10 jinan yek jî neçarî zarokanînê tê hiştin.

Her wiha hat gotin ku di lêkolînê de derbarê "pîvanên zayendperestiya serdest a mêran" de daneyên girîng hatine bidestxistin.

Li gorî lêkolînê, ji her 4 jinan yek ji dibistanê mezûn nebûye û rêjeya karkirina jinan li her sê navçeyan derdora ji sedî 16,3 ye.

Xebatên şaredariyan ên ji bo jinan kêm in

Di raporê de hat diyarkirin ku ji sedî 37,6ê jinan gotiye sedema sereke ya nîqaşên li malê pirsgirêkên aborî ne û li rêza duyemîn jî sedem zarok in.

Kesên ku beşdar bûne li ser pirsa "Di jiyana civakî de pirsgirêka herî girîng a jinan çi ye?" bersiva "Newekhevî û tundî"yê daye.

Di raporê de hat eşkerekirin ku nêrîna giştî ya li ser şaredariyan, li her sê navçeyan jî bi piranî "kêm" e.

Li ser pirsên wekî "Gelo xebatên ji bo jinan têrê dikin?" û "Gelo di sêwirana bajêr de pêdiviyên jinan li ber çavan tên girtin?" rêjeya bersiva "na" gelekî bilind bûye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst