Hewlêr (Rûdaw) – Di şerê navxwe yê Sûriyeyê de ji bilî kuştin û koçberiyê, gelek kes di encama şer û teqîna mayinan de astengdar bûne.
Welatiyê Sûriyeyî yê ji gundewarê parêzgeha Îdlibê, Şakir Zeytûn, berî ku biçe berhevkirina hejîrên zeviyê xwe, pêşbînî nedikir ku jiyana wî dê serûbin bibe.
Mayineke bermahiyên şerê Sûriyeyê bi Şakir de teqiya û di encamê de, ew bi giranî birîndar bû û lingekî xwe ji dest da.
Qurbaniyê teqîna mayinekê Şakir Zeytûn got:
“Zêdetirî ciwanekî canê xwe ji dest daye û zêdetirî cotkarekî li nav zeviyên xwe hatiye kuştin. Zêdetirî kesekî jî, bi sedema mayin û bermahiyên şer dest û lingên xwe ji dest dane.
Ez Îlona 2020ê birîndar bûm. Dema ku diçûm berhevkirina hejîran li nav zeviyên başûrê gundê El-Barayê. Dema min hejîr li nav zeviyê berhev dikirin, mayinek bi min de teqiya.”
Li wan navçeyan, gelek çîrokên wiha trajedîk têne vegotin.
Tîmên Parastina Sivîlan, welatiyan agahdar dikin ku ji kelûpelên nenas û deverên cihên biguman dûr bikevin.
“14 zarok û 2 mêran canê xwe ji dest daye”
Rêveberê Navenda Bermahiyên Şer ê Tîmên Parastina Sivîlan a Sûriyeyê Mamûn El-Omer anî ziman:
“Ji destpêka îsal ve, heta 12 mehê Tîmên Parastina Sivîlan a Sûriyeyê, 14 teqîn ji bermahiyên şer, li bakurê rojavayê Sûriyeyê, belge kirine.
Di encama van teqînana de, 14 zarok û 2 mêran canê xwe ji dest daye û 22 welatiyên sivîl birîndar bûne ku di nav de, 15 zarok û 3 jin hebûn.
Tîmên me, ji destpêka îsal ve, 957 teqemenî ji nav birine û hezar û 264 operasyonên pişkinînê encam dane û 469 navçeyên ku teqemenî lê hene pişkinîn kirine.”
Fermangeha Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarên Mayinan belge kiriye ku ji sala 2015an ve, ji ber teqîna mayin û bermahiyên şer, 15 hezar kes bûne qurbanî ku hinekan canê xwe ji dest daye û hinek jî birîndar bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse