Cenazeyê şervanê YPGê yê kanadayî ji DAIŞê hate standin

16-05-2017
RÛDAW
Nîşan YPG Kanada şervan DAIŞ term
A+ A-

Navenda Nûçeyan – Termê şervanekî YPGê ku ji welatê Kanadayê ye û di şer û pevçûna 21ê Kanûna 2016an de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 5 mehan, ji DAIŞê hate standin.

 

Nazzareno Antonio Tassone ji welatê Kanadayê ye û şervanekî YPGê bû. Tassone di 21ê Kanûna 2016an de beşdarî operasyona Reqayê bû û di şer û pevçûnên li nêzîkî gundê Rojavayê Cabir de jiyana xwe ji dest da. Hat ragihandin ku termê wî şervanî 5 meh şûnde ji destê DAIŞê hatiye standin.

 

Li gor nûçeyên ajansan, ji bo ku cenazeyê Nazzareno Antonio Tassone radestî malbata wî bikin, dest bi xebatan hatiye kirin.

 

Li ser çawaniya wergirtina cenazeyê Nazzareno Antonio Tassone ti agahî nehatiye parvekirin.

 

Hat diyarkirin, ku DAIŞ termên biyaniyên ku di şer de hatine kuştine, ji bo propagandayê û pevguhertinê direvîne. Dibe ku ev jî bi vî awayî bûbe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst