2 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da

07-08-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Şervan DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûrieyya Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku li Dêrazorê 2 şervanên wan canê xwe ji dest da.

HSDyê bi daxuyaniyekê ku li ser malpera xwe ya fermi belav kiriye, diyar kir ku wesayîteke wan a leşkerî li bajarokê Behrayê yê herêma Hecînê ya li rojhilatê Dêrazorê hatiye hedefgirtin.

Li gorî daxuyaniyê  di encamê de 2 şervanên HSDyê canê xwe ji dest da.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku kesên ku êriş kiriye li motorsîklêt siwar bûbûn û êriş saet 20:00an çêbûye.

HSDyê her wiha di daxuyaniya xwe de ragihand ku ev êriş di çarçoveya hewldanên DAIŞê de ji bo têkbirina ewlehiya herêmê ye û ew ti carî ji rêya xwe ya parastina welatiyan venagerin û soz dide malbatên şervanan ku dê tola wan hilîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst