Zanîngeha Tirkiye-Sûriyeyê tê avakirin

17-05-2025
RÛDAW
Nîşan Zanîngeha Tirkiye-Sûriyeyê Erol Ozvar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lijneya Perwerdeya Bilind a Tirkiyeyê(YOK) ragihand bi armanca amadekirina çavkaniya kesên pêwîst ji bo Sûriyeyê dê Zanîngeha Tirkiye-Sûriyeyê bê damezrandin.

 Her wiha ji bo zimanê Tirkî di nav perwerdeya bilind de cih bigre dê kar û xebat bên kirin.

Li gorî daxûyaniya hatiye belavkirin, Serokê Lijneya Perwerdeya Bilind Erol Ozvar û şandeya li gel wî doh li ser vexwendina Wezîrê Perwerdeya Bilind a Sûriyeyê Mervan Halebî çûn Şamê.

Erol Ozvar di çarçoveya serdanê de çend hevdîtin kirin û ji bo hevkariya her du welatan a derbarê perwerdê peymanek îmze kir.

Li gorî peymanê welatiyên Sûriyeyê yên li Tirkiyeyê perwerdeya xwe ya bilind temam kirine dê li zanîngehên Sûriyeyê wekî akademîsyen karibin kar bikin.

Her wiha her du welat dê “Zanîngeha Tirkiye-Suriye” damezrînin.

Her sal dê “Foruma Zanîngeyên Tirkiye –Suriyeyê” bê sazkirin.

Hatiye ragihandin ku mijarên di peymanê de hatine diyarkirin dê di nav 3 mehan de bên temamkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst