Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê yê Kar û Barên Amerîkayê Quteybe Îdlibî ragihand ku Şam û Rêveberiya Xweser li Parîsê li hev nacivin.
Quteybe Îdlibî diyar kir ku dan û standinên di navbera her du aliyan de "berdewam dikin" lê civînên ku dê li Parîsê bihata kirin hatine betalkirin û anî zimên:
“Dan û standin û civînên me yên bi Rêveberiya Xweser re berdewam dikin û em dê dest bi qonaxa pratîk bikin.”
“Êdî tiştekî bi navê civînên Parîsê nemaye”
Îdlibî di bersiva pirsa li ser civînên Parîsê yên ku dê di navbera şandeyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Sûriyeyê de bihata lidarxistin got:
“Êdî tiştekî bi navê civînên Parîsê nemaye.
Em civînên xwe li Şamê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomînin. Me îro gavên pratîk avêtin da ku komîteyên teknîkî bi awayekî bibandor dest bi kar bikin, çi li Şamê be, çi li Hisîçayê be yan jî li her cihekî din ê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê be.”
“Em dê civînên xwe bidomînin”
Wî pirsa bi rengê “Ez ji axaftina te vê yekê têgihiştim ku civîn dê li Şamê bên lidarxistin. Ango tiştekî bi navê civîna Parîsê nema?” wiha bersivand:
"Belê. Em dê civînên xwe li Şamê û li bakurrojhilatê Sûriyeyê bidomînin bi rastî. Îro gavên me li ser erdê hene da ku komîteyên teknîkî bi awayekî çalak kar bikin.”
Tîrmeha borî civîna ku di navbera şandeyên Rêveberiya Xweser û hikûmeta Şamê de li Parîsê hatibû plankirin, hatibû paşxistin.
Pişt re hikûmeta Sûriyeyê wekî protestoyekê li hemberî lidarxistina konferansa "Yekrêziya Helwesta Pêkhateyan" a li bakurrojhilatê Sûriyeyê ya ku hefteyek berê li bajarê Hisîçayê hatibû lidarxistin,ragihand ku ew naçe Parîsê û ew wekî “binpêkirina Rêkeftina 10ê Adarê” bi nav kir.
Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer û Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî 10ê Adara 2025an rêkeftinek îmze kiribû ku tê de agirbest, entegrekirina HSDyê ya nav saziyên dewleta Sûriyeyê hebû.
Ev rêkeftin wekî xaleke werçerxanê ya di têkiliya di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de hat dîtin ku li ser nasîna dualî, dabeşkirina çavkaniyan, nûnertiya pêkhateyan di saziyên dewletê de û redkirina gotara dabeşkirin û kînê hatibû avakirin.
Lê belê pêvajoya rêkeftinê bi lez rastî astengiyan hat çimkî hikûmeta Sûriyeyê çend roj piştî îmzekirinê bi awayekî yekalî daxuyaniyeke destûrî derxist ku ev yek bû sedema nerazîbûna HSDyê.
HSDyê di nav berdewamiya piştgiriya Amerîkayê û helwestên cihêreng ên aliyên navneteweyî de, berî radestkirina herêmên di bin kontrola xwe de daxwaza garantiyên destûrî kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse